Li Rihayê qeza: Welatiyekî 71 salî canê xwe ji dest da

Barhilgirekê li ser rêya Siwêreg-Amedê li kesekî 71 salî da ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe.

05.08.2023, Cts - 10:41

Li Rihayê qeza: Welatiyekî 71 salî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirekê li kesekî 71 salî da û welatiyê bi navê Alî Gira canê xwe ji dest da.

Barhilgira Mehmet Sumerê 53 salî li ser rêya Siwêreg-Amedê, li welatiyekî bi navê Alî Girayê 71 salî da ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe.

Alî Gira bi giranî birîndar bû û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat birin.

Piştî midaxeleya destpêkê Alî Gira ji bo nexweşxaneyeke Rihayê hat birin lê tevî hemû hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Li gor amarên fermî yên ku Hezîrana îsal hatine belavkirin, di şeş mehên destpêkê yên 2023an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala borî jî 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbûbûn û di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû û 291 hezar û 151 kesên din jî birîndar bûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 692 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:57:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x