Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di bin avahiyeke 7 qatî de li kargehekê gaza xwezayî teqiya û li gor zanyariyên destpêkê di encamê de 2 kes canê xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûne.
Li gor agahiyan li Taxa Bahçelievler ser bi navenda parêzgeha Rihayê di qatê yekemîn a avahiyekê de gaza xwezayî ya kargehekê teqiya ye û di encam de2 kes canê xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûne.
Sedema teqîna gaza xwezayî nehatiye zelalkirin û ji ber teqînê zerar gehiştiye avahiyê. Piştî bûyerê hejmareke zêde ya tîmên agirvemirandinê û tendirûstiyê çûn cihê teqînê û kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Heta niha derbarê rewşa tendirûstî ya birîndaran de ti agahiyek nehatiye belavkirin ka rewşa wan baş e yan na.