Li Sêrtê ATMyên 5 bankan hatin şewitandin

Li navçeya Misircê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê kes an kesên nenas ve ATMyên 5 bankan hatin şewitandin.

19.12.2022, Pts - 12:44

Li Sêrtê ATMyên 5 bankan hatin şewitandin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Misircê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ve îro Duşemê 19ê Kanûna 2022an ATMyên pênc bankan ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hatin şewitandin.

Piştî agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û agir hat vemirandin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di encama agirberdanê de zerara madî çêbûye.

Hêzên ewlekariyê yên Misircê derbarê bûyerê de û ji bo girtina kesên ew kar kirine, dest bi lêkolînê kirine. Lê heta niha derbarê kes an jî kesên ew kar kirine de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x