Li Silopiyayê di êrîşa çekdarî de kesek hat kuştin

Li navçeya Sîlopiyayê ya ser bi Şirnexê di êrîşa çekdarî de kesek hat kuştin.

17.05.2023, Çar - 11:54

Li Silopiyayê di êrîşa çekdarî de kesek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li ser Kuçeya Hunerê ya Taxa Yeşiltepeyê ya navçeya Sîlopiyê, Seyithan G. yê bi çekê êrîşî Hasan O. kir ku eşkere bû di navbera wan de neyartî heye.

Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hasan O. yê bi dijwarî birîndar bibû tîmên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê veguhestin. Hasan O. tevî midaxeleyên bijîşkî ji mirinê nehat rizgarkirin.

Kesî êriş kiriye li cihê bûyerê xwe radestî polîsan kir.

Hat zanîn ku êrişkar hat desteserkirin û li rêveberiya ewlehiyê ya navçeyê kar û barên yasayî derbarî wî de berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x