Li Şirnexê çûnûhatina 11 herêman hate qedexekirin

Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 11 herêm 15 rojan ji çûnûhatinê re hatin qedexekirin.

28.07.2023, Cum - 05:37

Li Şirnexê çûnûhatina 11 herêman hate qedexekirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Şirnexê ragihand, li navçeya Qilabanê 11 herêm bi armanca “ewlehiya neteweyî, dabînkirina aramiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din” ji 27ê Temûzê heta 10ê Tebaxa 2023an hatine qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê hişyariyê da welatiyan ku ji bo ewlehiya can û malên xwe neçin herêmên qedexe.

Herêmên hatine qedexekirin li ser malpera fermî ya Parêzgariya Şirnexê hatine destnîşankirin.

Artêşa Tirkiyeyê van rojên dawî li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê operasyonên xwe yên leşkerî zêde kirine û li herêmê bi berdewamî qedexeyên leşkerî têne ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:16:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x