Li Şirnexê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn

Li navçeya Hezexê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hinek kesên çekdar bi ser 2 malan de girtine û di encam de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

24.04.2023, Pts - 08:50

Li Şirnexê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, li gundê Zergûza yê Jêrîn ser bi navçeya Hezexa Şirnexê ve şeva borî hinek kêsên çekdar bi ser du malan de girtine û di encam de 3 kes birîndar bûne.

Piştî agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û her sê kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatine veguhestin.

Lê ligel hemû midexaleyan kesê bi navê Hasan Y. canê xwe ji dest daye û dermankirina her du birîndarên din Abdullah E. û Eşref E. berdewam e.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ji bo girtina kesên êrîş kirine bi piştgiriya hêzên esmanî operasyonek dane destpêkirin.

Heta niha derbarê bûyerê de ti hûrgilyên din nehatine belavkirin ka sedem çi bûye û çima êrîş hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:17:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x