Li Wan, Bedlîs, Mûş, Colemêrg, Erzirom û Agiriyê rêyên 907 gundan hatin girtin

Li parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş, Colemêrg, Erzirom û Agiriyê, îro ji ber berfê rêyên 907 gundan hatin girtin.

07.03.2024, Per - 12:20

Li Wan, Bedlîs, Mûş, Colemêrg, Erzirom û Agiriyê rêyên 907 gundan hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji doh êvarî ve berf dibare û welatî di jiyana rojane de rûbirûyê zehmetiyan bûn.

Tîmên şaredariyan û saziya îdareya taybet ên bajaran xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berfa zêde ya ku doh êvarî dest pê kir rêyên 257 gundan hatin girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navenda bajêr û gundan ji bo paqijkirina berfê xebatên xwe berdewam dikin.

Li Elkê dibistan hatin girtin

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî ji ber berfa zêde îro 7ê Adarê dibistan hatin girtin.

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan ragihand ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfa zêde rêyên 20 gundan hatin girtin.

Umit Kurtkan da zanîn ku xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand ku li parêzgehê ji şeva borî ve berf dibare û ji ber berfa zêde rêya 94 gundan hatiye girtin.

Şeyhmus Yentur got, “Tîmên me ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe berdewam dikin.”

Li Colemêrgê û navçeya Geverê jî ji ber berfê rêyên 20 gundan hatin girtin.

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand, li Colemêrgê û Geverê ji ber berfê rêyên 20 gundan hatine girtin û tîmên berfê ji bo vekirina rê xebatên xwe berdewam dikin.

Li parêzgeha Erziromê jî ji ber berfê rêyên 130 gundan hatine girtin û tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Herwiha li Agiriyê jî ji doh êvarî ve berf dibare û rêyên 386 gundan hatine girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Agiriyê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:29:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x