Li Wanê careke din qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê careke din bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 3 rojan hatin qedexekirin.

05.12.2023, Sal - 06:24

Li Wanê careke din qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Wanê doh di derbarê qedexeyê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariya Wanê ya Bakurê Kurdistanê doh li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku rojên Şemî û Yekşemê meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina rapirsiyan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bi kom ên li derve ji 5 heta 7ê Kanûna Pêşînê hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia dike ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku parêzgarî destûrê dide.

Çend meh in bi berdewamî bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî tên qedexekirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:44:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x