Li Wan, Colemêrg, Bidlîs û Mûşê rêyên 472 gundan ji ber berfê girtiye

Ji ber barîna berfê, rêyên 472 gundan li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bidlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê girtî ne.

25.12.2023, Pts - 06:07

Li Wan, Colemêrg, Bidlîs û Mûşê rêyên 472 gundan ji ber berfê girtiye
Nuçe Belav bike

Ev çend roj in pêleke berfê li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bidlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê girtiye.

Li Wanê, berfê rêyên di navbera 272 gundan de girtiye, tîmên paqijkirina rêyan jî hewl didin rêyên di navbera van gundan û cihên niştecihbûnê de vekin.

Herwiha li parêzgeha Colemêrgê berfê rêyên 12 gund û 112 mezreyan girtiye. Li ser kolan û rêyên navenda bajêr xebatên paqijkirina berfê tên kirin.

Rêveberê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku berfê rêya 15 gundan girt. Ji bo vekirina rêyan, tîm dixebitin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir, berfê rêyên 41 gundên Mûş û navçeyên wê girtine. Xebatên ji bo vekirina rêya gelek gund û mezreyên dewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x