Li Wanê dîsa qedexe hat ragihandin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

28.10.2023, Cts - 09:45

Li Wanê dîsa qedexe hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku 28 û 29ê Çiriya Pêşîn a 2023yan meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana çadir û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdîa dike ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyên ku bi destûra parêzgariyê ne li xwe nagire.

Ev çend hefte ne bi berdewamî rojên Şemî û Yekşeman bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî tên qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:39:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x