Li Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê rêyên 80 gundî hatin girtin

Li parêzgehên Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên 80 gundî hatin girtin.

07.01.2024, Paz - 15:54

Li Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê rêyên 80 gundî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê, berf û şilî berdewam dikin û bandoreke neyînî li jiyana rojane dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berfê rêyên 492 gundan hatibû girtin û di encama xebatan de 439 rê hatine vekirin û ji bo vekirina rêya 53 gundan jî xebat berdewam in.

Li parêzgeha Mûşê jî piştî barana gur berfê dest pê kir.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfa zêde rêyên 55 gundan hatibû girtin û piştî xebatan 52 rê hatine vekirin.

Şeyhmus Yentur got, “Ji bo welatî mexdûr nebin tîmên me ji bo vekirina rêyên 3 gundan xebatên xwe berdewam dikin û ji bo rêwşên bilez jî tîm hatine amadekirin.”

Îdareya Taybet a Colemêrgê jî da zanîn, ji ber berfê roja pêştir rêyên 74 gundan hatibûn girtin û di encama xebatan de rêyên 65 gundan hatine vekirin.

Tîmên berfê ji bo vekirina rêyên 9 gundan xebatên xwe didomînin.

Tîmên Rêveberiya Rêyênbêjahî jî li ser rêya Colemêrg û Geverê di amadebaşiyê de ne.

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umît Kurtkan ragihand ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfa zêde rêyên 60 gundî hatibûn girtin û 45 ji wan hatine vekirin.

Umit Kurtkan ragihand ku xebatên vekirina rêyên 15 gundan berdewam dikin.

Li Bedlîsê tîmên şaredariyê û Rêveberiya Rêyênbêjahî jî berfa li ser cade û kolanan paqij dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:07:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x