Li Wanê xwepêşandan û çalakî dîsa hatin qedexekirin

Parêzgariya Wanê ragihand ku li tevahiya bajêr hemû xwepêşandan û çalakî hatine qedexekirin.

18.11.2023, Cts - 08:00

Li Wanê xwepêşandan û çalakî dîsa hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê ji roja Înê heta 20ê Çiriya Paşînê hemû cureyên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana kon û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku “bi armanca parastina ewlekariya can û malê welatiyan, jinavbirina planên rêxistinên terorê, parastina ewlehiya milî û tenduristiya giştî, parastina asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”

Qedexeya çalakiyan demjimêr 00:00ê roja 17ê Çiriya Paşînê dest pê kir û demjimêr 23:59ê roja 20ê Çiriya Paşînê bi dawî dibe.

4 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin, ji xeynî wan çalakiyên ku parêzgarî û qeymaqamtiyên navçeyan destûrê didin wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:41:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x