Navenda Hevahengiya Afatan (AKOM) a Serokatiya Birêveberiya Karûbarên Afatan a Şaredariya Bajarê Mezin diyar kir ku, ew texmîn dikin ji sibê nîvro pê ve seranserê bajarê Wanê dê bikeve bin bandora barînê.
Di daxuyaniya AKOMê de hate teqezkirin ku tê payîn berf, sibehê (Înê) êvar û şev li navçeyên başûr ên Wanê (Şax, Miks, Elbak, Payîzava, Westan) bi awayê barîna berfê ya gur bandordar be û hat diyarkirin ku li gorî pêşbîniyan barîna berfê dê heta derengiya şeva şemiyê li seranserê parêzgehê bandora xwe winda bike.
Di daxuyaniya AKOMê de hat gotin: “Divê li hember neyîniyên wek babelîsk û berfê ya bi bayê xurt re li bilindahiyan herkîna berfê û xetera aşîtê li geliyên tûj, sermaya bayî, qeşaya veşartî li derbendan (Tendûrek, Gozeldere, Qurubaş ) û di derengiya şevê de, kêmbûna mesafeya dîtinê, astengî di veguhastinê de, jehrbûna dûyê sobeyê bi tedbîr û baldar bin.”
AKOMê hem welatî hem jî yekîneyên têkildar der barê amadekirina barîna berfê û tedbîrwergirtinê de jî hişyar kirin.