Li Xarpêtê gule li çayxaneyekê hatin reşandin: 6 birîndar

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji otomobîlekê gule çayxaneyekê reşandin, di encama êrişê de 6 kes birîndar bûn.

10.08.2023, Per - 06:04

Li Xarpêtê gule li çayxaneyekê hatin reşandin: 6 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, şevê din li Taxa Pîşesaziyê ji otomobîlekê gule li çayxaneya li Çaterêya Fatih Sultan Mehmetê hatine reşandin.

Di êrîşê de 6 kesên ku li çayxaneyê rûniştîbûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirûstiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndar piştî midaxeleya li cihê bûyerê birin nexweşxaneyên li bajêr.

Tê gotin ku ji bo girtina gumanbaran polîs ketine tevgerê.

Heta niha nayê zanîn êrîş ji ber çi hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x