Mehdî Oztuzun: Neqediyaye, ev şer dê bidome

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Êlihê Mehdî Oztuzun got, “Neqediyaye, heta ku ev çerxa talanê birûxe ev şer dê bidome.”

13.03.2024, Çar - 06:15

Mehdî Oztuzun: Neqediyaye, ev şer dê bidome
Nuçe Belav bike

Li maça Batman Petrolspor wêneyê Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Êlihê Mehdî Oztuzun û Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli hatibû girtin û ev wêne belav bûbû.

Piştî vî wêneyî gelek rexne li Oztuzun hatibûn girtin.

Mehdî Oztuzun piştî rexneyan vîdeoyek belav kir û got:

“Rêveberiya bajêr beriya ku mijarê ji min bipirse daxuyaniyê dide.

Min ew peyam di Xê de dît. Ez endamê vê partiyê me. Bêyî ku qet bi min re biaxivin wan nivîsek weşand ku ez kirim hedef.”

Koordînasyona Saziyên Êlihê piştî van rexneyên Oztuzun got, “Ti pêwendiya Mehdî Oztuzun bi partî û saziyên me re nemaye.”

Oztuzun piştî vê biryarê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke din weşand û got, “Neqediyaye, heta ku ev çerxa talanê birûxe ev şer dê bidome.”

“Gelê me hekemê herî baş e”

Mehdî Oztuzun li jêra vê peyama xwe jî peyameke xwe ya pênc sal berê parve kir ku tê de hatibû gotin:

“Em xeyn ji berjewendiyên gelê xwe li tiştekî din nefikirîn, me hewl da em mirina zarokan rawestînin.

Me zanîbû dê berê tîrê xwe bidin me. Em bi kêrî siyaseta burjuvayê nehatin.

Me got, ‘Mebin dijminên hejaran, bi wan re şer mekin’. Sûcê me ev e. Ceza? Cezayê me li ser seran.

Yê ku me nas dike jixwe nas dike. Me hewl da em dar di kuna mozan rakin lê mixabin ji me nehat.

Dema zarokên hejaran dimirin heke hinek dewlemed dibin ev binketina me ye.

Em lêborînê dixwazin ji gelê xwe. Gelê me hekemê herî baş e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x