Rêveberiya Saziya Keşnasiyê (meteorolojî) ya Tirkiyê bo 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde, ba û bahozê û bo cihên bilind jî hişyariya berfê da û dibêje di nav vê hefteyê de divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Li gor daxûyaniya Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji 21ê Cotmehê û pê ve di nav hefteyekê de li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Riha, Bedlîs, Qers, Agirî, Idir, Mûş, Şirnex, Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku baraneke zêde bibare û rê li lehiyan veke.
Herwiha tê gotin ku li piraniya parêzgehan egera ba û bahozê jî heye û metirsî heye serbanên avahiya bifirin, stun û dar jî bikevin xwarê.
Saziya Keşnasî hişyarî dide ku welatî tedbîrên xwe werbigrin û li gor hişyariyê tevbigerin.