Serokê Giştî yê PWKê duh 16ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em biryarên cezayên hevsê yên di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn protesto dikin.
Herwiha got, “Biryarên cezayên hevsê yên ku di Doza Kobanîyê de, di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn, li dijî hiqûqê ne, biryarên sîyasî ne, em protesto dikin.”
Ev daxuyaniya Serokê Giştî yê PWKê piştî wê tê, Dadgeha Giran a Enqerê îro di rûniştina 83. a Doza Kobaniyê de, cezaya girtîgehê li hevserokên berê yên HDPê û hejmarek berpirs û endamên wê partiyê birîn.
Di dozê de, 28 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Selahettîn Demîrtaş, 19 salan cezayê girtîgehê li Fîgen Yuksekdag û 10 sal cezayê girtîgehê li erokê Şaredariya Mêrdînê Ahmed Turk hatin birîn.