Namzedê DEM Partiyê li ser wêneyê xwe û Ramanli daxuyanî da

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Êlihê Mehdî Oztuzun li ser wêneyê xwe û Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli daxuyanî da.

11.03.2024, Pts - 06:13

Namzedê DEM Partiyê li ser wêneyê xwe û Ramanli daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Piştî ku li maça Batman Petrolspor wêneyê Mehdî Oztuzun û Serkan Ramanli yê li kêleka hev hatibû belavkirin gelek rexne li Oztuzun hatibûn girtin.

Mehdî Oztuzun bi rêya YouTubeyê vîdeoyek belav kir û bersiv da rexneyan.

“Serkan Ramanli hat cem me”

“Ez û ciwanan bi hev re çûn stadyûmê, alîgirên Batman Petrolsporê em bi germî pêşwazî kirin.

Wê demê serkan Ramanli li protokolê rûniştibû, me li maçê temaşe kir û paşê Serkan Ramanli hat cem me û ev wêne derket.”

Rexne li rêveberiyê girtin

Mehdî Oztuzun di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

“Rêveberiya bajêr beriya ku mijarê ji min bipirse daxuyaniyê dide.

Min ew peyam di Xê de dît. Ez endamê vê partiyê me. Bêyî ku qet bi min re biaxivin wan nivîsek weşand ku ez kirim hedef.”

“Divê li ser torên civakî neyê nîqaşkirin”

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Êlihê got, “Divê ev mijar li ser torên civakî neyê nîqaşkirin” û pê de çû:

“Rexneyên di cih de yên hevalan hene. Divê ev mijar li ser torên civakî neyê nîqaşkirin lê em kesî nabînin ku em li ser mijarê pê re biaxivin.

Bû roja 13an, wan gotibû em dê rast bikin lê ji ber ku heta niha ti daxuyanî nehatiye em mecbûr man bi rêya medyaya civakî daxuyaniyê bidin.

Ji bo xerakirinê mixatab gelek in, bi rêya tweetekê xelk dibe hedef.

Kes wê tweetê naparêze lê hîn li cihê xwe ye.

Gelo daxuyanî yan lekolîna we xelas nebû. Ez namzedê we me. Wey gelekî zehmet e ku hûn bibêjin ‘Ti pirsgirêk nîne?’

Me bi rojan nîqaşa vê yekê kir lê ji ber ku em neçar man me bi rêya torên civakî xelkê xwe agahdar kir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 165 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:54:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x