Namzedê Elîhê rêveberiya DEM Partiyê rexne kiribû: 'Ew êdî ne namzedê me ye'

Koordînasyona Saziyên Êlihê got, “Ti têkiliya Mehdî Oztuzun bi partî û saziyên me re nemaye.”

12.03.2024, Sal - 16:56

Namzedê Elîhê rêveberiya DEM Partiyê rexne kiribû: 'Ew êdî ne namzedê me ye'
Nuçe Belav bike

Piştî ku li maça Batman Petrolspor wêneyê Mehdî Oztuzun û Serkan Ramanli yê li kêleka hev hatibû belavkirin gelek rexne li Oztuzun hatibûn girtin.

Îro Koordînasyona Saziyên Êlihê li ser mijarê li avahiya Rêxistina Parêzgeha Êlihê ya DEM Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUAY-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Ciwanan, ARÎ-DER, Navenda Çandê ya Baharê û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Koordînasyona Saziyên Êlihê daxuyaniyeke hevpar da.

Li ser navê saziyan Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz metna hevpar xwend.

“Ne namzedê me ye”

Koordînasyona Saziyên Êlihê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Mehdî Oztuzun ji partiyê hatiye îxrackirin û ne namzedê hevserokê şaredariya Êlihê yê DEM Partiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Mehdî Oztuzun di vê nuqteyê de ji ber helwesta xwe ya li hemberî partiya me, çanda me ya welatparêziyê û vîna jinê, ti têkilî û pêwendiyên wî bi partî û saziyên me re nemaye.

Em ji raya giştî re radigihînin ku Oztuzun ne namzedê me yê hevserokê şaredariyê ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:36:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x