PAK: Em di 8ê adarê da jî, di dermankirina birînên erdhejê da berdewam bin

Komîsyona Jinan a PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê): Em îsal, di bin kavil û qetlîam û felaketa ku ji ber erdheja 6 sibatê rûdaye, pêşwazîya 8ê adarê dikin.

08.03.2023, Çar - 07:23

PAK: Em di  8ê adarê da jî, di dermankirina birînên erdhejê da berdewam bin
Nuçe Belav bike

Komîsyona Jinan a Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Îsal em 8'ê Adarê di bin xirbeyên komkujî, wêranî û karesata erdheja 6'ê Sibatê de pêşwazî dikin. “Azadî ji bo Kurdistanê; Di Kurdistana azad de em ji jin û hemû gelê xwe re dibêjin azadî.”

Daxuyaniya nivîskî ya PAKê wiha ye:

Îro 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê ye.

Em îsal, di bin kavil û qetlîam û felaketa ku ji ber erdheja 6 sibatê rûdaye, pêşwazîya 8ê adarê dikin.

Bi dehhezaran gelê me di vê erdhejê da jîyana xwe ji dest dane, ji 150 hezarî zêdetir mirov birîndar bûne, bi sedhezaran xanî xera bûne, bi milyonan mirov bê xanî mane û cîh û warên xwe terk kirine.

Aşkereye ku, çi bi sîyaset, helwest, kiryar û rêveberîya xwe ya berîya erdhejê ve; çi jî bi kiryar, îhmal, xemsarî, bêserûberî, bêorganîzasyonî û qedexe û astengîyên ku peyda kirîye; berpirsyarê yekem û yê esasî yê vê felaket û qetlîama ku di erdhejê da rûdaye, Dewleta Tirk bi xwe ye.

Mixabin, çawa ku di her şer û tevlihevîyên civakî da mexdûrên yekem jin in; di felaketên xwezayî da jî mexdûrên herî mezin her jin bûne.

Di 6ê sibatê da, li 11 bajaran erdhejê rûdabû û piranîya van bajaran bajarên Bakurê Kurdistanê bûn.

Di vê erdhejê da jî, yên ku herî zêde zerar dîtine, mexdûr bûne, jin, zarok, kêmendam û kesên temên mezin bûne.

Belê, mixabin wek ku li gelek derên cîhanê, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî jin rû bi rûyî êrîş, tundî û qetlîaman dibin.

Jinên Kurd û Kurdistanî tuşî êrîşên dewletên dagirker, mêtingehkar dibin û gelek jin jî rû bi rûyî zext û şîddeta mêrên ku li malên me, li kargehên me, li kolanên me û di hemû warên jîyana me de ne dibin.

Her çend nêvîyê civata Kurdistanê ji jinan pêk tê jî, lê jinên Kurd li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê xwe yê dayikê bêpar in. Di mafên civakî, aborî, tevlîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî jin tûşî neheqîyeke mezin dibin.

Hîna jî bi hezaran jinên Kurdên Êzidî di destên DAIŞ a ku rêxistineke terorî û nemirovane ye da êsîr in.

Îro him wek cinsîyeteke bindest, him jî wek beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, neheqî û zilmên ku em tuşî dibinê, bi rûmetî em dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.

Em wek jin beşek in ji civaka ku em tê de dijîn; lê beşeke ku ji wekhevîyê, ji gelek mafên xwe bêpar in. Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî li hember cûdabûnên cinsî yên bi her awayî û neheqîyan dengê xwe bilind bikin, tekoşîna bidomînin.

Divê em bizanibin ku, azadîya jinê, di dîroka mirovahîyê de her bûye mifteyek ku derîyê gelek azadîyan vekirîye. Berîya herkesî divê em jin ji vê yekê agahdar bin.

Jin, helqeya ewil e ya hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ye. Jin pirek e di navbera duhî, îro û pêşerojê de.

Azadîya jinan beşek û katalîzoreke di azadîya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî de.

Em di vê hişmendîyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azad e; temînata neteweke birexistin e.

Jinên Kurdan herdem bûne hedefa yekem ya dewletên mêtingehkar. Lê jinên Kurdan tu caran serî netewandiyne. Di hemû serhildan û şerên Kurdan de cîhê xwe stendine, liberxwedane.

Em dibêjin ’’Azadî ji bo Kurdistanê û di Kurdistanê azad da jî, azadî ji bo hemû gelê me û ji bo jinan’’.

Îro ji bo bicîh anîna daxwazên acîl ên miletê Kurd, divê em hemû jinên Kurd dest bidin hev û li gel hemû xelkê Kurdistanê em hêza xwe bikin yek.

Ji bo dermankirina birînên erdheja 6ê sibatê divê em di xebatên xwe yên di derbarê gîhandina alîkarîyên ji bo mexdûrên erdhejê da bêwestan berdewam bin, seferber bibin.

Li gel hemû êş û birînên me yên ku ji ber erdheja 6ê sibatê rûdane jî, em roja jinan ya cîhanê û ya hemû jinên Kurdistanê û li jinên cîhanê pîroz dikin.

Em jin in, xurt in û em dikarin!

08.03.2023

Komîsyona Jinan a PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:30:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x