PAK: Em li Rojavayê Kurdistanê qedexekirina Rudaw TVyê protesto dikin

Partîya Azadiya Kurdistan (PAK) li ser qedexekirina Rudawê li Rojavayê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir.

07.02.2022, Pts - 09:08

PAK: Em li Rojavayê Kurdistanê qedexekirina Rudaw TVyê protesto dikin
Nuçe Belav bike

Daxuyanîya PAK;

Rêvebirîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê xebatên RudawTVyê ragirtîye, qedexe kirîye.

Ev biryara Rêvebirîya Xweser rêlibergirtina mafê azadîya çapemenîyê ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye.

Rêvebirîya Xweser, di helwesta li himberî azadîya çapemenî û ragihandinê de, di pîvanên demokrasî û azadîyê de, divê ji xwe re hişmendî, sîyaset û kiryarên rejîma Esad, yên Dewleta Îranê û yên Tirkîyeyê wek nimûne û rêbaz negire.

Rêvebirîya Xweser,divê prensîbên hevdem, azadîxwaz, demokrat yên navneteweyî yên di derbarê azadîya çapemenîyê û demokrasîyê de ji xwe re esas bigire.

Em bangî Rêvebirîya Xweser dikin da ku demildest qedexeya li ser Rudaw TVyê rake.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 530 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:00:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x