Parlamenterê HUDA PARê: Rêya me rêya Mela Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed e

Namzedê Serokê Şaredariya Êlihê û Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli ragihand ku ew li ser rêya Şêx Seîdê Pîran, Mele Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed dimeşin.

01.03.2024, Cum - 05:55

Parlamenterê HUDA PARê: Rêya me rêya Mela Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed e
Nuçe Belav bike

Namzedê Serokê Şaredariya Êlihê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Partiyê Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî beşek axaftinên xwe yên di mîtîngeke xwe de belav kir.

Serkan Ramanli di axaftina xwe de navê çend serok û rêberên Kurdan ên wekî Mela Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed û Şêx Seîdê Pîran anîn ziman.

Ramanli ew kes wek kesên pêşeng bi nav kirin û got:

“Wan rehberî, rêzantî û pêşengtiya gelê xwe kir. Rê diyar e û rê rêya Îslamê ye.”

Serkan Ramanli herwiha ragihand ku ew wek HUDA PAR xwedî li çand, dîrok, nasme û zimanê Kurdî jî derdikevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:50:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x