Platforma ziman 3 komên kar saz kir

Platforma Zimanê Kurdî, bi armanca fermîkirina zimanê perwerdê, 3 komên karî saz kir.

11.11.2018, Paz - 09:36

Platforma ziman 3 komên kar saz kir
Nuçe Belav bike

Ev 3 komên karî, dê jibo ku zimanê Kurdî bikin zimanê fermî û perwerdê, dê kar bikin

Platforma Zimanê Kurdî, ku 9 partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê serpereştiyê dikin, bi navê "Kar bo Ziman" kombuna xwe saz kir.

Di kombûnê de, biryar hate dayîn ku, Sê Komite bo xebata fermîkirina Zimanê Kurdî were amade bikin û ev komite li gorî zagonên navdewletî, berevaniyê ji fermîkirina zimanê Kurdî re bikin.

Platforma Zimanê Kurdî bang li gele Kurdistanê kir, da ku di malan, cîhên kar û hemû warên jîyanê de, bi zimanê kurdî li gel hev û din û zarokan biaxifin.

Herwiha, di kombûnê de, zimanzan, rewşenbîr û nûnerên hemû partiyên siyasî amade bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x