Riha: Cendirmeyan dîsa midaxeleyî karkerên Ozak Tekstîlê kir: Zêdetirî 110 kesan hatin desteserkirin

Cendirmeyan di 15emîn roja çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê de midaxeleya çalakiyê kir û zêdetirî 110 karkeran desteser kirin.

11.12.2023, Pts - 19:29

Riha: Cendirmeyan dîsa midaxeleyî karkerên Ozak Tekstîlê kir: Zêdetirî 110 kesan hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Karkerên Ozak Tekstîlê ku 15 roj in ji ber guvaş û gefên xwediyê kar û sendîkaya ku jê îstifa kirine Oz-Îplikê, di çalakiyê de ne.

Karkeran xwest li ber deriyê kargehê çalakiya xwe bikin lê cendirmeyan nehişt ku bikevin hundirê kargehê.

Karkeran piştî midaxeleyê biryar da ku li Qada Rabiayê bicivin lê di navbera wan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Cendirmeyên ku 6ê mehê bi copan û gaza rondikrêj êrişî karkeran kiribû û 22 karker û rêveberên Sendîkaya BÎRTEK-SENê desteser kiribûn, îro jî bi heman awayî zêdetirî 110 karkerên din desteser kirin.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci ji Rihayê ragihand ku di navbera Parlamentera EMEPê ya Dîlokê Sevda Karaca Demîr û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Karker dibêjin heta daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:50:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x