Şaredarê Qoserê ji DEM Partiyê îstifa kir

Serokê Şaredariya Qoserê ya DEM Partiyê Zeynî Îpek ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye û dê bi awayekî serbixwe erkê xwe bidomîne.

26.12.2024, Per - 10:53

Şaredarê Qoserê ji DEM Partiyê îstifa kir
Nuçe Belav bike

Serokê Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek ku di hilbijartinan de ji DEM Partiyê wekî şaredar hat hilbijartin, li ser îstifaya xwe di daxuyaniyekê de got:

“Nêzîkî 35 salan min bi dilsozî û coşeke mezin xizmeta Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê û prensîpên wê kir.

Di encama hilbijartinên pêşwext de ku ji aliyê partiya me ve hat kirin, ez hêjayî wê hatim dîtin ku bibim namzedê Şaredariya Qoserê.

Bi ragihandina encamên hilbijartinan re bi îradeya gelê me wekî şaredar hatim hilbijartin û min dest bi erkê xwe kir.

Piştre ji aliyê hin kesên ku min bi wan re di nava şaredariyê de dest bi xebatê kir, gef li min hatin xwarin ku dê hinek wêneyên taybet di çapemeniyê de werin parvekirin.

Ji bo ev komploya ku bi armanca bidestxistina birêvebiriya şaredariyê hatiye kirin pûç derxim, her çi qasî ne bi dilê min be jî ez neçar mam ji Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê îstifa bikim.

Di vê xalê de ez di wê baweriyê de me ku îradeya herî mezin îradeya gel e.

Ez bi vê îradeya xwe hebûm, ez dê hebûna xwe bidomînim û bi rêzdarî radigihînim ku di xizmeta vê îradeya mezin de ez dê bi awayekî serbixwe erkê xwe pêşkêşî gelê hêja yê Qoserê bikim.”

DEM Partiyê ragihandibû ku 1ê Tebaxê li ser Zeynî Îpek lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x