Bi destpêka sala 2023 an re min bi van hevokan nivîsa xwe a salê dinivîsî: „Beşek ji misilmanên Kurd ku li derdorê HûdaParê govendê digirin; ji hestên kurdewarî dûr tevdigerin. Çar dewletên misilman, bi zor û zilma xwe hemû mafê miletê Kurd qedexe kirine. Kurdan digirin, didin kujtin, zîndan dikin. Li mizgeftan bi zimanê Kurdî dua jî qedexe kirine. Ew misilmanên Kurd ku li derdorê HûdaParê ne, vê rastîya xwe nabînin, ji bona “birayên xwe yên felestînê” dadikevin kolanan! Ev fêhmkorîyek û bêhişmendîyek milî a herî mezin e.
Kurd, miletek 50-60 milîyon, bê dewletin, zilma ser xwe nabînin, ji bona wan erebên ku 22 dewletên wan hene, dadikevin kolanan! Ev rewş bi tena serê xwe dîyar dike ku civata Kurd a ku îslamê referans digire ji xwe re, mejî jê hetîye stendin. Bê mejî maye û rêya ruhê kolebûnê kirîye kar ji xwe re.
Ez dixwazim neşterê li birînê bixim, ku hemû nexweşî derkeve holê. Ji ber ku Cîhana Îslamê nexweşe û kînorek mirinê di qesefa sînga wê de mezin dibe.“
Di nîvîsa xwe ya duyem de jî hêlek din a kurdan ku bi pirsgirêkê ve min tanî ziman; „Dîyare dewleta tirk, bandora wê li ser PKKê zeîf bûye. PKK, bi carekê de radestî Îran û Sûrîyeyê bûye. Ev jixwe, ji me re eşkere bû. Me ji zûde girêdanên PKKê û Sûrîyê û Îranê dişopand û dizanî. Di şerê wekaletê yê xeta şîe de cîhê xwe girtibû û têkilîyên wan bi Haşdî Şabî, Hizbullaha Libnanê re dîyar bûn. Lê nerehetîya dewleta tirk li ser rewşa heyî a PKKê, ku bi hinek hewlan re derdikeve holê, tiştekî nû ye; xuya dike ku Tirkîye van çend salên dawî însîyatîfa ser PKK û ji xwe re bikaranînê de lawaz bûye. PKK bi carekê de bûye hêzek wekaletê ya Îranê. Ev jî dibe sebebê cûre cûre derxistina dengan di nav girseya ku bi PKKê re têkildar e.“
Li ser metodên asîmîlasyona ku bi destê dewletê li ser kurdan dimeşi jî min ev hevok di nivîsek din de tanî ziman: „Dewleta tirkan di asta asîmîlesyonê de, bi perwerdê, bi sînema, bi romannivîserê bi müzîkê; bi salan, rojnamegerîya tirkan bi salan, medya tirkan, muzîka tirkan bi salan stratejîyek asîmîlasyonê, bi alîkarîya sîstema dewletê meşandîye. Kurd ji xwe re kirine mijar di varekî qels û bê çand de û bi helwestek asîmîlekirinê hatîye ser kurdan. Bi her haweyî xizmet ji vê jenosîda li ser zimanê Kurdî re kirîye. Di roman û sînema Tirkan de Kurd her bûne xwedî rolê krîmînal û xizmetkarên şexsîyeta Tirkan û hatine piçûkkirin. Ev siyaseta Kolonyalîstî (mêtingehkarî) bi destê siyasetmedarên tirkan, hunermend, zana û ronakbîrên tirkan ve hatîye meşandin û têd meşandin.“
Li ser rewş û têkilîyên Herêma Kurdistanê û İraqê jî min ev dîyar dikir ku; „Dewleta Federal a İraqê her ku xurt bû, bi helwestek eşkere ew xurtbûna xwe li henber herêma Kurdistanê bikar anî. Ew têza başûrê Kurdistanê ku digotin ‚İraqek xurt, tê wateya kurdistanek xurt jî‘ û helw didan xwe û dibûn alîkar, ku İraqek xurt ava bibe! Îro pir eşkere nerastîya wê têzê derket holê. Rastî ewe ku ‚İraqeq xurt, Kurdistanek zeîf e.‘ Divê rêveberên Kurdistanê ji serî de ev rastî bidîtana. Lê mixabin İro, İraq ji her hêlê de desthilatdarîya ku mudaxaleyî Kurdistanê bike, bidest xistîye û gav bi gav vê eşkere jî dimeşîne.“
Di 13.04.2024 an de min dest bi şîrovekirina dîroka Kurdistanê a ji 1805-1924 an kir. Bi navê „Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê“! Li ser 6 rêzenivîs derketin. Encamên ku min ji vê dîrokê derxist yek ji wan evb û:
„Li Kurdistanê di nav kurdan de,Ji dêlva avakirina hişmendîyek netewî, hişmendîyek Mîrî, eşaîrî, olî û partîzanî hat honandin û pêşî li hişmendîyek netewî hat girtin. Ji eşîrên xwe, ji Mîrên xwe, ji şêx û olên xwe, terîqatên xwe, partîyên xwe hezkirin; ji bona wan mirin, ketin zîndanan, lê ji dîrok, çand û zimanê Kurdî, ji Kurdistanê bi hişmendîyek netewî heznekirin û xwedî lê derneketin. Welat niştecîhê dîrokî ye, ev hezkirina xakê bav û kalan derneket astek Kurdperwerî û niştimanperwerîyê.“
Bi taybet li ser rewşa Sûrîyeyê û bi gelemperî jî Rojhilata Naverast bi navê „Ji van Boranên Nû Çi Derdikeve?“ nivîsek min derket. Di virde jî min dîyar dikir ku:
„Îranê, xwe bi hêzên çekdar yên wekaletê re carek din daxist qadê. Ji Yemen bigire, heta Libnanê, Sûrîyê û İraqê ev hêzên terorê yên biser Îranê ve beşdarî şer bûn. Cîh bi cîh binkeyên Emerîka, yên Hêzên Hevpeymanan ketin hedefên van hêzan. Başûrê Kurdistanê jî nesîbê xwe ji vê dijminatîya Îranê girtî ye. Ev alozîyên Rojhilata Naverast bi vî haweyî nameşin, divêtî bi dîzaynek nû a sîyasî heye.“
Di 27.09.2024 an de, Berî hilbijartinan bi mehekê, di nivîsek xwe bi navê „Sîyaseta Silêmanîyê û Serkirdeyên YNKê bi agir dilîzîn“ de min ev mesaj didan:
„Serkirdayetîya YNKê, ev demek dirêje bi helwest û meramên PKKê tevdigere. Sloganên PKKê bikar tîne û bi zimanê PKKê êrîşî PDKê dike. Tu dibê qey piştî hilbijartinan wê YNK divêtîya wê bi PDKê tunebe û wê bi hev re Parlementoya Kurdistanê nedin xebitandin tevdigere. PKKê, hêzek wekaletê ya serê çîyayên Kurdistanê ye. Hevsarê pratîka PKKê di destê pir hêz û dewletan de ye! Lê YNK, hêzek medenî a ku li ser axek xwedî statûye. Pir tiştên ku YNK wenda bike heye. Mafe YNKê tineye ku wek hêzek serê çîyê tevbigere. Dema serê çîyê derbas bûye.“
Di 29.11.2024 an de bi navê, „Di Navbera Rejîm û Opozisyonê de Şer ber bi kude diçe?“ nivîsek min derket. Di nivîsê de min dîyar dikir ku:
„Rewşa Rojhilata Naverast, her ku diçe berbi alozîyên hîn mezintir ve diçe. Şerê di navbera Îsraî-Emerîka û Îranê de, ji asta li henber hêzên terorê, derketîye astek navdewletî. Di navbera Suûdî Erebîstanê û Îranê de şidandinbûnek mezin heye. Şerê di navbera Hamas-Hizbûllah û Îsraîlê de, di astek bilind deye û Îran jî di vî şerî de beşdare. Li Libya, Yemen û Sûrîye-Libnanê jî şidandinîbûnek şer a di astek bilind e heye û berdewam e. Cîh bi cîh, hinek hêzên Haşdî Şabî yên İraqê jî beşdarî vî şerî dibin. Di herêmê de Têkilîya Rûsîyayê, Îranê û Tirkîyeyê a herêmê û hebûna Rûsîyayê, ku li hinek deveran tevlihevîyan geş dike, ev qeyran gihîştîye asta şerekî navdewletî. Rejîma Sûrîyeyê bicarekê de raserî têkçûnê hatîye. Yên ku hevalbendîya Rejîma Sûrîyeyê, Îranê û Rusîya bikin têkçûne.“
Piştî vê nivîsa min 9 rojan, ji İdlibê bahozek rabû, İdlib, Heleb, Hema û Humus girt û derbasî Şamê bû. Di 08.12.2024an de rejîm û paytextê rejîmê hilweşîya. Bi navê „Ji dîktatorên Kurdistanê Dîktatorîyek Din jî hilweşîye“, mizgînîya min a hilweşandina dîktatorîya malbata Esad îlan kir.
„Di sedsala me de du bûyerên girîng di rojhilata Naverast de rûdan. Yekem hilweşandina dîktatorîya BAAS a li İraqê bû. Bi hilweşandina vê sîstema dîktatorî re li İraqê jî rojek nû ji kurdan re derket. Lê dîktatorên herêmê, yên dijminê miletê Kurd û xwedî meramên xerab, nehiştin ku bandora wê roja delal, bi her rengî erênî be. Pêşî li pir tiştan girtin, ev 21 sale her dixwazin pêşî li destkevtinên milletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê bigirin û li gor xwe dîzaîn bikin. Pêşî li İraqek nû girtin, guhertin nîvco hiştin û İraq ket bin bandora rejîma İslamîst a Îranê. Destûra İraqê hat seqetkirin! Îranê xwest ku İraq jî wek derfetek ji bona bereya Îslamî bikar bîne. Heta astekê jî di van armancên xwe de Îran biser ket. Bi banga melayê sibê re, Îro rojek nû li Sûrîyeyê jî derket, Ev têt wateya wendakirina „Bereya Îslamî“ a Îranê jî. Di rojhilata Naverast de Îran jî bi Rejîma Sûrîyeyê re têk çû. Ev têt wateya têkçûna paradigma PKK bi xwe jî. PKK jî di bin dîwarên rejîmê û Îranê de ma.“
Bi navê HTŞ hêzek îslamîst, rejîma Sûrîyeyê hilweşand û îktîdar girt destê xwe. Rewşek awarte ya nû derket ber me. Hîn ne dîyare ku wê ev hên bibe xwedîyê Sûrîyeyê, an ev jî yên çûnê ne? Ji bona derketina vê rastîyê hîn zû ye. Hilweşandina rejîmekê pir hêsane, lê avakirina dewletek nû ewqes ne hêsane.
Ez dikarim raser bêjim ku ev hêza ku bi navê HTŞ Şam girt destê xwe hêvîyek baş nade me. Emê rewşê bişopînin û nerînên xwe bi xwendevanan re parvebikin.
Sala nû ji hemû hêvî û daxwazên miletê Kurd û kurdistanîyan re bibe derîyek xêrê. Sersala we pîroz be!
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.