Dîktatorîya BAASê û malbata Esad hilweşîya. Berî 21 salan dîktatorîya BAASê a ku kujerê miletê Kurd Saddam Huseyîn jî hilweşîya bû.
BAAS, li ser esasên nîjadperestîya ereban, îdeolojîya wê bi destê Mîshel Eflaq ve hatibû damezirandin. Di herdû welatan de jî BAAS, wek partî avakirina wê, hatina wê a ser îktîdarê, bi sîstem û metodên leşkerî bûye. Motîfên van herdû şaxên BAASê û CHP a kemalîst; ku li tirkîyeyê ji damezirandina dewleta tirkan heta 1950, ku bi tena serê xwe bi metodek dîktatorî bi rêve bir, dişibin hev.
Sîstema dîktatorîya van hersê partîyên dîktator, ku kujer û dagirkarên xaka Kurdistanê ne; bi brokrasîyek leşkerî hatine meşandin û her li pişt wan hêza milîtarî wek parêzvan û garantor cîh girtîye.
Mustefa Kemal serleşkerek e, Hafiz Esad leşkere, Saddam Huseyin Leşkere. Hersê qatîl û dîktator jî, bi kudetayên leşkerî û helwestên emirwaqî îktîdar girtine destê xwe û li angora dîktatorîya grûbeke piçûk li ser tevahîya welatên ku di bin destê wan de ye dîktatorîya xwe meşandine.
Bê şensîya kurdan ewe ku di dabeşkirina xaka Kurdistanê de, sê beşên Kurdistanê ketine bin dîktatorîya van hersê sîstemên milîtarî û dîktatoryal. Van hersê dîktatorîyan jî li ser kurdan metodên nemirovane û biqirêj bikar anîne. Înkar kirina hebûna miletê Kurd û xaka Kurdistanê, komkujî, koçberî, surgûn, işkence-zîndan, asîmîlasyon û guhertina demografîya Kurdistanê esas girtine. Xwestine ku balansa nav miletê Kurd têkbibin û rê jiholê rakirina miletê Kurd re vebe, ku Kurd wenda bibin.
Li ser xaka di bin destê van hersê sîstemên dîktatoryal, jenosîdkar û barbar de çar zîndan hatine avakirin, ku di asta cîhanê de, bi wahşet û barbarîya xwe ev zîndan di astek bilind de ne. Di van zîndanan de her cûre metodên nemirovane hatine bikar ananîn.
Dîyarbekir, Zîndana Nemro 5!
Bi metod û stratejîya ku li ser girtîyên Kurd di vê zîndanê de hatîye meşandin, di qada cîhanî de 10emîn zîndan e. Ev zîndan, bijare, ji bona metodên ku wê li ser seranserê bakurê Kurdistanê, li ser kurdan bên meşandin, wek sîstemek hilbijare hatîye meşandin. Bi metodek metirsîdar di nav kurdan de den daye! Bi sedan girtî seqet, cangorî û bi hest û derûnîya xwe birîndar ji vê zîndanê derketine.
Îran, Zîndana Evînê!
EV zîndan jî, zîndanek ji rûpelên rûreşîyê yê mirovatîyê ye e. Heta niha pir kêm Kurd, Belûc ji vê zîndanê saxlem derketine. Ya darbesta wan, yan bi derûnîyek xerab, an jî seqet. Vê zîndanê jî wek zîndanên din yên li beşên din yên Kurdistanê, rolek metirsîdar ku pê miletê Kurd çavtirsandî bike, hatîye meşandin û propaganda zilm û zordarîya wê li herçar beşên Kurdistanê deng daye!
İraq, Zîndana Ebû Gureyb!
Metod û barbarîya ku dîktatorîya sîstema BAAS û Saddam li vê zîndanê, li ser kurdan ceribandîye û daye meşandin, dişibe zîndanên beşên din yên Kurdistanê. Bi her cûreyî destdirêjîya li ser girtîyên Kurd (jin û mêr) hatîye meşandin, wahşetek mezine ku hêjayî em bi çavekî pîsporî, baldarî li ser vê û van zîndanan rawestin. Kirin û metodên van dîktatorîyan derxin astek zanistîyê û di hişmendîya xwe a milî de bicîh bikin.
Sûrîye, Zîndana Sêdnaya!
Bi salane kurdan, li ser girtîyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê û zîndanên dîktatorîya BAASê pirtûk, nivîs û şano nivîsandine. Çawa hatine girtin, çawa hatine wenda kirin, yên ku sax mane, malbatên wan çawa hêvîyên xwe ji saxîya wan birîn e. Bi dehan salan bê dadgehkirin, bê lêpirsîn, di bin îşkencê û destdirêjîyê de, di van zîndanên kor û tazî de mane.
Piştî hilweşandina sîstema BAASê, zîndanên li Sûrîyeyê jî vebûn. Barbarîyek ku mirovatî ji ber xwe fedî dike derket ber me. Mirovên ku 30-40 salî di vê zîndana ku sê qat dibin erdê de, tenê di nav ava cîhokên pîsîyê de, girtîyên ku hiş û hişmendîya xwe wendakirine, eyba mirovatîyê ye. Girtîyên ku diran di devên wan de nemane, hişê xwe wenda kirine, bûne mina tebaya eyba mirovatîyê ne, yek bi yek.
Bi navê HTŞ (Heyeta Tehrîr El Şam), di 08.12.2024 an de Şam girt destê xwe û dîktatorîya BAASê hilweşîya. Ev tevger tevgerek Îslamîst û sûnne ye.Heta niha kiryarên wê li henber pêkhateyên olî û milî yê li ser axa Sûrîyeyê nerm derbas dibe. Derîyê zîndanên BAASê vekirin û girtî azad bûn.
Serokê vê heyetê Ahmed El-Şaraa ku wek (El-Colanî) jî têt binavkirin e. Di derheqa kurdan û pêkhateyên Sûrîyê de van gotinan dibêje:
Kurdan qest dike û dibêje: „Wan jî wek me zilim dîtin. Xwedê iznê bide emê bi kurdan re li gel hev jîyana xwe bidomînin. Her kes wê li gor yasayan mafê xwe bidest bixe. Gelê Kurd wekî beşek ji niştiman û hevbeşê ji Sûriyeya pêşerojê ye. Ji vira şûnde li ser kurdan zilim bidawî tê.“
Emê bişopînin û bibînin bê wê Ahmed El-Şaraa xwedîyê gotina xwe be an na!
Lê dîyare Ahmed El-Şaraa ne tenê ye û li pişt stratejîya Heyeta Tehrîr El Şam ew hêzên ku herêma Rojhilata Naverast ji nûve dîzaîn dikin hene. Li ser sahê jî Dewleta tirk xwe li ser axa Sûrîyeyê derdixe pêş. Ji kurdan re ev cîhê metirsîyê ye.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.