17ê Çileya pêşîn Roja Alaya Kurdistanê wek nirxeka neteweyî pîroz kir. Hin ”Ala Kurdistanê” çewt dinivîsînin. Rastiya wê Alaya Kurdistanê ye, ne ”Ala Kurdistanê” ye. Di navenda wê de tava zer (roj zer e) û 21ê tîrêjên rojê ronahiyê didin. Rengê sor jîyanê û kesk ji bo erdê û rengê spî sembola Mîhra Xwedêyê Rojê û dûvre bûye sembola Zardeştî. Sêreng li ser rengê spî ne. Alaya Kurdistanê wek Ala Hindistanê sêreng e û navenda wê 21 tîrêjên rojê hene ku ew bingeha jîyanê ne û di Alaya Hindistanê de çerxeka şîn ya behrê û 24 berikên tîrêjên wê hene. Akademiya Kurdî li Stockholmê bang li kurdên hemû beşên Kurdistanê û cîhanê dike ku Roja Alaya Kurdistanê bi hawayekî aşitîyane pîroz bikin û yekitiya xwe pêk bînin da bikaribin bigihîjin mafên xwe yên neteweyî. Divê Alaya Kurdistanê di nav alayên cîhanê de hebe û nûnêrekî/nûnêreka kurd li Neteweyên Yekbûyî de hebe. Alaya Kurdistanê ji aliye “Teşklat-î İçtimaiye” ve hatibû pejirandin. Girîngiya Alaya Kurdistanê bi van kesan dest pêkirîye: Celadet Alî Bedirxan, Îhsan Nurî Paşa, Kemal Feyzî, Misfata BARZANÎ, Qazî Muhamad, Seyîd Abdurkadir Şêx Mehmudê Berzencî, Şêx Seîd…
Parlementoya Herêma Kurdistanê di sala 2009ê de biryar da ku 17ê Çileya pêşîn wek ”Roja Alaya Kurdistanê her sal bê pîrozkirin û bîranîn. Beriya vê dîrokê, di sala 1927ê de Alaya Kurdistanê ji aliyê serokê serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa ve hatibû bilindkirin û di Çileya pêşîn 17ê ya sala 1945ê de jî, ji aliyê Qazî Mihamed ve li Mihabadê hat bilindkirin. Roja dîroka Alaya Kurdistanê pir kevn e, lê em li vir behsa dîroka Alaya Kurdistanê nakin.
Referanduma serxwebûna gelê Kurdistanê, 25ê îlona 2017ê jî rojeka dîrokî û mîraseka neteweyî ye. Roja Alaya Kurdistanê bi dîroka referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê îlona sala 2017ê ve, wateyeka girîngtirîn digire û dîrokeka nû diafirîne. Referanduma serxwebûna gelê Kurdistanê serkeftineka dîrokî ye û divê neyê jibîrkirin. Ji sedî 93ê herêma Kurdistanê dengê bi ”erê” beşdar bûn. Îro salvegera Alaya Kurdistanê ye. Pîroz be!
Wek vê roja pîroz bi awayekî demokratîk û azad referanduma serbixwebûna Kurdistanê pêk hat û ev roj bi xwe re dîrokeka nû afirand. Biryara referanduma Kurdistanê ku di roja 25ê îlona sala 2017ê de hatibû biryarkirin û gelê Kurdistanê çû ser sindoqan. Referandum avakirina dewleta Kurdistanê bixwe bû ji ber vê yekê ji hemû alîyan ve êrîş hatin. Ne normal e ku 70 mîlyon kurd bê dewlet bin. Li Kerkûkê partiyên ereb û tirkmenan referandumê boykot kirin û PKK jî, li dijî başûr bû. Sosyalîstên çep dibêjin neteweperestî mirî ye, lê mîlyon carî derewan dikin. Yên dibêjin mirî ye, xwedîyên wan dijminên kurd in. Di nav tirk, ereb û farisan de neteweperestî zêde bûye, ne mirî ye. Pêdiviya Kurdistanê bi neteweperestiyeka nû heye û mîraseya xwe xwedî derbikeve. Alaya Kurdistanê semboleka kolektîf e. Ji lewre em xwedî sembolên erênî yên nasnameya neteweyî ya kolektîf in. Alaya Kurdistanê, marşa Neteweyî du sembolên me yên neteweyî ne. BARZANÎ û QAZÎ MIHAMAD jî sembolên me ne û nemir in.
Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî divê eşkere bidin ku Kurdistan heye û pêwîstîya wê bi mafê xwe ya çarenûsê jî, heye.
Çend navdarên cîhanê behsa kurdan dikin û dixwazin kurd bibin dewlet, hin ji wan ev in:
Fîlozof Slavok Zizek yek ji navdartirîn fîlozofê cîhanê ye, dibêje: “Divê kurd xwe nekin qurbana kesî…” Li gorî wî divê kurd ji bo xwe bin.
Fîlozof, Prof. Dr Noam Chomsky dibêje: ”Divê Kurd tenê baweriya xwe bi çiyayên xwe bînin”. “Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin yek”.
Tomas Thorén (lêkolîner, rojnamevan): behsa rewşa kurd dike û desthilatdariya Erdogan dike. Li gorî refoma demokratîk ku mafên kurdan baştir dike, pêk nehatiye.
Fîlozof Edgar Morin ku di sala 1921ê de li Parîsa Fransayê hatiye dûnyayê û dibêje: ”Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî têkoşînê didin”.
Fîlozor, Prof. Bernard- Henrî Levy mêrxasiya pêşmergan li başûrê Kurdistanê dike û dixwaze kurd bibin dewlet. Dibêje: “Ez ê heta dawiya jiyana xwe bi kurdan re bim”
”Mark Lowen (Lêkolîner û rojnamevan): ”Ji dengdanên bawermendên Erdogan guh nedin rojnamevanên girtîgehan”. Herêma Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve bûye lehiya penaberan.
Şimon Tisdall (lêkolîner):”Tirkiye kurdan dikuje, dikare bibe dema destpêka tarîtiyê…40 000 kurd hatin kuştin.
Antropolog Bruno Latour: ”ji çewtîyên herî mezin ê mirovî/ê ew e ku ew xwe di dîrokê de mezin nîşan bide, ye. Serok xwe wekî pêyxember´î nîşan dide, hingê xerabî bi xwe re diafrîne.”
Prof. Dr. James Toole, qala nexweşê serokatiyê dike, bi îngilizî “Mad Leader Dasease” Nexweşiyeka wisan bê derman e. Gava ku em teorıya wî analîze dikin, hingê em serokên kurdan nas dikin.
Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî divê biryar bidin ku Kurdistan heye û pêwîstîya wê bi mafê xwe ya çarenûsê jî, heye. Herçendî Erdogan antîkurd be jî, pirsa Kurd bi çekan çareser nabe ji lewre em daxwazê jı hemû alîyên siyasî dikin ku li ser axa me şer çênebe.
Danezana Neteweyên Yekbûyî li ser Mafên ”Gelên Xwecihî” radiweste. Di qanûnên xwe de diyar dike ku gelên xwecihî xwedî mafên çarenûsên xwe ne. Ev tê wateya ku her xelqekî xwecihî bixwe biryarê bide, ka ji bo wî çi çêtirîn e.
Çarenûsa xelqê xwecihî di deklerasyona Peymana Neteweyên Yekbûyî de bendên 1 (2), 6, 7, 55 û beşên din tê parastin. Mafên hemû gelên bindest heye ku çarenûsa xwe diyar bikin û li gorî qanûnên NY tevbigerin. Kurd bi hawayî dikarin mafê statûya xwe ya siyasî û bi pêşkeftınên xwe yên siyasî, aborî, civakî û çandî kontrol bikin.
Deklerasyona Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên gelên xwecihî ku di sala 2007an de hate pejirandin ji bo kurdan pir girîng e. Ev pejirandin û daxuyanî giraniya xwe dide li ser mafên çarenûsê ku têde statuya siyasî û azadiya peydakirin an bidestxistina aborî, civakî û çandî têde ye.
Divê di xwerêvebirîya nû de kapasîteya qanûnî hebe û li qanûnên Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya ewropayê tevbigerin. Mafê jiyana serbixwe wek takekes û beşdarbûna civakê hebe. Mafê çarenûsê ya neteweya bindest diparêze û divê kurd jê sûd werbigirin.
Pirsa çareserkirina gelê kurd wekî zimanê kurdî, malê hemû kurdan e; tenê yekitîya kurdan dê dagerkerîyê têk bibe. Akademiya Kurdî li Stockholmê bang li kurdên hemû beşên Kurdistanê, hemû alîyan û cîhanê dike ku Roja Alaya Kurdistanê bi hawayekî aşitîyane pîroz bikin û yekitiya xwe pêk bînin. Rojavayê Kurdistanê dikare dîrokê biafirîne. Heke kurd ne bi hev re bin, dîrok dikare mîna têkçûna Başurê Kurdistanê ya sala 1975ê dubare bibe. Beriya ketina Saddam Hûseyn 5ê nîsana 1991ê encumena Asayişa navdewletî biryara ewlekariya Neteweyên yekbûyî 688 dipejirîne ku tê de daxwaz ji hikumeta iraqê dike dawî li zordariya li ser gelê Kurd û sivîlên Iraqê bîne, rê bide rêxistinên navdewletî da ku bikaribin alikariya sivîlan bikin. Konseya ewlekariyê ya neteweyên yekbûyî xwe wek berpirsê aştiya cîhanê dibîne. Pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya neteweyên yekbûyî hene: Fransa, Çîn, Rûsya, Brîtaniya Mezin û Amerîka. Mafê wan yê vetoyê heye.
Kurte
Têbînî: Di mîtolijiya kurd û Kurdistanê de jî Alaya Kurdistanê heye û pir kevn e. Lê em li vir behsa wê nakin.
DÛMAHIK
ROJA ALA KURDISTANÊ PÎROZ BE!
AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLM
Serokê Akademiya Kurdî li Stockholmê
Maruf Yilmaz