Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 25ê Berçile derbarê ketina firokeyeke Azerbaycanê, peyameke hevxemiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, ew ji ber bûyera ketina firokeyê gelek xemgîn bûye û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Di vê dema dijwar de, bala me li gel qurbaniyan û malbatên wan e.
Wezareta Hawarhatinê ya Kazaxistanê îro (25.12.2024an ragehand, “ji ber keftina firokeyeke geştyarî ya Azerbaycanê li nêzî bajarê Aktawê 42 kesan canê xwe jidest dan.”
Herwiha dabû zanîn, “72 kes di wê firokeyê de bûn, 42 kesab ji wan canê xwe jidest dan û 25 jî hatine rizgarkirin. Herwiha 22 ji wan rizgarkiriyan li nexweşxaneyê hatine nivandi