PWK, PSK û HAK-PAR encamnameya “Komcivîna Divê Kurd Çi Bikin” ji raya giştî re parve dikin

PWK, PSK û HAKPAR duhî (Yekşem, 22.12.2024) li Diyarbekirê bi tevlîbûna nêzî 200 nûnerên partîyên sîyasî, sîyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên ji beşên cuda yên civatê civiyan, bi rojeva ''li hemberî rûdanên vê dawîyê divê kurd çi bikin?” komxebatek lidar xist û paştir jî encamnameya “Komcivîna Divê Kurd Çi Bikin” ji raya giştî re parve kir.

23.12.2024, Pts - 15:50

PWK, PSK û HAK-PAR encamnameya “Komcivîna Divê Kurd Çi Bikin” ji raya giştî re parve dikin
Nuçe Belav bike

PWK, PSK û HAKPAR duhî (Yekşem, 22.12.2024) li Diyarbekirê bi tevlîbûna nêzî 200 nûnerên partîyên sîyasî, sîyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên ji beşên cuda yên civatê civiyan, bi rojeva ''li hemberî rûdanên vê dawîyê divê kurd çi bikin?” komxebatek lidar xist û paştir jî encamnameya “Komcivîna Divê Kurd Çi Bikin” ji raya giştî re parve kir. 

Ev jî tekista encamnameya wan e:

EM DI ÇARESERÎYA PIRSA KURDÎ YA BI RÊYA DIYALOGÊ Û AŞTÎYANE DE TEREF IN! 

Di roja 22yê çileya pêşîn ya 2024ê de, li Amedê, bi beşdarîya li derdora 200 nûnerên partîyên sîyasî, sîyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên ji beşên cuda yên civatê, bi rojeva ''li hemberî rûdanên vê dawîyê divê kurd çi bikin?” komxebatek hate li dar xistin.

Em encamên vê Komxebata ku di demekê li Rohilata Navîn bûyerên gelek girîng rû didin, li Sûrîyeyê rejîma Esad rûxîya, li Rojavayê Kurdistanê firsendên nû yên dîrokî derketine holê û li Tirkîyeyê jî gotûbêjên li ser pirsa kurdî zêdetir derdikeve pêş de hate lidarxistin, bi raya giştî re par ve dikin: 

Li Rojhilata Navîn sîstema li dijî kurdan dibişêfe û dirize

Ruxandina dîktatorîya Beasê ya 61 salî, li Rojhilata Navîn darbeyeke mezin li sîstema ku li ser  dijayetîya kurdan hatîye ava kirin xistîye. Ev rewşa nû, firsend û rîskan bi hev re di nêva xwe de dihewîne û tê wê maneyê ku li Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê rûpelekî nû vedibe.

Ji bo nirxandina firsendên dîrokî yên li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê û li gorî şerdên îro nûjenkirina Mitebaqata Duhokê, divê di demildest de hemû partîyên kurdan ên  li Rojavayê Kurdistanê bicivin. Divê hemû alîyên kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê li ser bernameyeke neteweyî tifaqa xwe pêk bînin û di avakirina dewleta nû de bi temsîlyet û helwesteke hevbeş bibin mixetab. Bi vî awayê dê kurd hem li Şamê, hem jî li hemberî dewletên pêwendîdar de bihêztir bibin.

Geşedanên bilez yên vê dawîyê li Rojhilata Navîn rûdane, li Tirkîyeyê careke din pirsa kurdî xistîye navenda rojevê. Daxuyanîyên Erdogan û Bahçelî yên ji destpêka cotmeha îsal ve, gengeşîyên di derbarê pirsa kurdî de zêdetir derxistîye pêş. Rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê, dixwazin pirsa kurdî weke pirsa PKKyê û pirsa ‘’teror’’ê  dîyar bikin û bi vê şêweyê jî dixwazin rastîya meseleyê binixumînin û paşguh bikin.

Ji bo çareserîyeke aştîyane ya li ser esasê wekhevîyê, divê pirsa kurd û Kurdistanê bi awayekî rast bê terîf kirin

Teva ku welatê wî hatiye perçekirin û dabeşkirin, li gel hemû zilm û zoradarî, siyaseta înkar, îmha û asîmlasyonê jî miletê Kurd hebûn û taybetmendîyên xwe heta îro parastîye. Ew bi taybetmendîya ziman û kultura xwe ya dewlemend û bihîz, miletekî dîrokî û qedîm e.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê nêzîkî 30 milyon kurd dijîn.

Mafê miletê Kurd heye ku li welatê xwe Kurdistanê dûrî zilm, zordarî û tirsê, bi awakî azad, aram, ewle û serfiraz bijî. Weke her miletî, mafê miletê Kurd jî heye ku bi awakî azad li ser çarenivîsa xwe biryarê bide; mafê wî heye ku li dijî zilm û zoradarîyê di ber xwe bide; mafê wî heye ku li welatê xwe bi statuyek siyasî xwe îdare bike.  

Li bajarên metropolên Tirkîyeyê, divê mafên ziman, kulturî û demokratîk yên kurdan bêne qebûl kirin. Li cîhên ku kurd wek hejmar lê zêde ne, divê rê bê dayin ku ew di rêvebirîyên herêmî de bikaribin xwe îdare bikin.

Ji bo rê li çareserîya pirsa kurdî vebe, berîya her tiştî divê rewşeke azad, demokratîk û ji tûnd û tûjîyê dûr bê ava kirin. 

Pêvajoyeke ku bi armanca çareserîya pirsa kurdî bê destpê kirin, divê bi awayekî şefaf, vekirî û bi beşdarîya hemû alîyên kurdan bê meşandin.

Ji bo rê li ber çareserîyeke mayînde ya pirsa kurd û Kurdistanê vebe, divê ev gavên esasî bêne avêtin.

Divê Dewleta Tirkîyeyê dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên hemû perçeyên Kurdistanê bîne, bi kurdên her çar parçeyên Kurdistanê têkeve nav dîyalogê û rêzê li mafê xweîdarekirina gelê me bigre.

Divê PKK dawî li şerê xwe yê çekdarî ku zerarê dide têkoşîna meşrû ya miletê me bîne. 

Divê hebûna miletê Kurd bê qebûl kirin û di Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê de bê garantî kirin. 

Divê zimanê kurdî li gel zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Mafê perwerdekirin û hînkirinê bi zimanê dayikê, ji bo zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) bê nas kirin.

Divê hemû qedexeyên li ser navê Kurdistanê ji holê bêne rakirin û kurd bikaribin bi navê kurd û Kurdistanê û bi awayekî azad partîyên xwe yên sîyasî û dezgehên xwe yên civakî, kulturî û demokratîk damezrînin. 

Divê li Kurdistanê, navên cîwar, herêm û deverên dîrokî û cografî yên bi kurdî ku bi tirkî hatine guherandin, paşde bêne vegerandin û bi kurdî bêne nivîsandin.

Divê hemû kesên ku ji ber bîrûbawerî û xebatên siyasî, sivîl, demokratîk di zîndanan de ne, demildest bêne azad kirin. Divê dozên di derheqê kesên li derveyî welêt weke penaber dijîn bêne rakirin, ew bikaribin paşde vegerin û hemû astengên li pêşîya bi azadî siyasetkirina wan bêne rakirin.

Divê cîhên mezelên mezinên kurdan yên wek Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî (Nûrsî) û kesayetên din bêne eşkerekirin.

Divê Dewleta Komara Tirkîyeyê li gorî wan peymanên navnetewî yên ku îmze kirine, wekî Şertên Otonomîyên Herêmî û Bireveberîyê yên Ewropayê, Girêbesta Mafên Zarokan ya Yekitîya Neteweyan û yên din tevbigere; têbinî û îtirazên xwe yên li ser van peyman û girêbestan rake.

Ji bo li ser esasê wekhevîyê û çareserîyeke mayînde rê li pêşîya çareserîya pirsgirêka kurdî vebe, divê van xalên ku li jorê me anîne zimên, di Qanûna Bingehîn ya Dewlet Tirkîyeyê de bêne garantî kirin.

Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku ji bo li gor perpektîfa li jor hate diyarkirin, pêvajojek raseqînî û berfireh ya çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê têkeve jiyanê, em weke mixetab amadene ku bi berpirsiyarî xwedîyê helwestên çêker bin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 524 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x