Seyyîd Abdulbakî Erol ku wek Şêxê Menzîlê tê nasîn û li nexweşxaneyeke Stenbolê tedawî dibû, îro danê nîvro koça dawî kir. Derbarê nexweşiya wî de daxuyaniyek nehat belavkirin.
Li gor zanyariyan, cenazeyê Seyyîd Abdulbakî Erol sibe gundê Menzîlê yê ser bi navçeya Kolikê (Kahta) ya Semsûrê were veşartin.
Seyyîd Abdulbakî Erol ku ji aliyê peyrewên terîqetê ve wek Xewsê Sanî tê binavkirin, piştî ku Muhammed Raşîd Erol di sala 1993an de wefat kir, ew bû şêxê terîqetê.