Sirrî Sakik: Ji ber siyasetê em tên binçavkirin

Şaredarê Agirî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sirrî Sakik dibêje, karê wan siyaset e, lê ji ber ku siyasetê dikin tên binçavkirin û girtin.

07.02.2017, Sal - 16:02

Sirrî Sakik: Ji ber siyasetê em tên binçavkirin
Nuçe Belav bike

Şaredarê Agirî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sirrî Sakik dibêje, karê wan siyaset e, lê ji ber ku siyasetê dikin tên binçavkirin û girtin.

Sakik, li Mêrdînê di dema serdana Ehmed Turk de, ku beriya çend rojan ji zîndanê serbest hatibû berdan got, êdî ji binçavkirin, girtin û aloziyan westiya ne û bi mîlyonan kes li benda pêvajoyek nû ya aştiyê ne.

Sakik da zanîn, ew siyasetmedar in û karê wan ew ku bi axaftinê kêşeyên welêt çareser bikin, lê ji ber ku diaxivin, daxuyanî didin, derbarê wan de doz tên vekirin û tên girtin.

Sakik got, parlamenter û şaredarên partiyên din çiqas vîna gel bin, şaredar û parlamenterên DBP û HDP jî ewqas vîna gel in û divê gavek zûtir, siyaseta înkar û fişar û zîndankirinê dawî bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:29:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x