Trump: Kurd xelkekî mezin in û me gelek alîkariya wan kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Rûdawê re ragihand, Waşingtonê gelek alîkarî daye Kurdan û tekez kir, wan mil bi milê hev DAIŞ têk biriye.

27.09.2018, Per - 07:47

Trump: Kurd xelkekî mezin in û me gelek alîkariya wan kiriye
Nuçe Belav bike

Di konfranseke rojnamevanî de li New Yorkê, peyamnêrê Rûdawê pirsek derbarê hevakriyên Amerîkayê bo Kurdan li Iraqê û Sûriyê de ji Donald Trump ê serokê Amerîkayê pirsî.

Serokê Amerîkayê di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê de ragihand, ku ew gelekî ji Kurdan hez dike û got, Kurd şervanên baş in û neteweyeke mezin in û bal kişande ser wê yekê, ku wan heta niha gelek alîkariya Kurdan kiriye.

Donald Trump diyar jî kir, ku Kurdan di şikandina DAIŞê de roleke sereke li Sûriye û Iraqê dîtine û ew niha lêkolînanê dikin, ka çawan bikaribin zêdetir alîkariya Kurdan bikin.

Trump got: “Em gelek hevkariya wan dikin û weke tu bi xwe jî dizanî, em gelek dost bûn li gel wan û me mil bi milê hev şer kiriye. Hevdem di wê heyama bihorî de me DAIŞ li Rojhilata Navîn têk bir. Me ew bi hevkariyeke mezin a Kurdan pêk anî. Ew şerkerên mezin in, tu bi xwe dizanî hinek kes şerkerên mezin in, hinek jî na. Kurd şerkerên mezin in, ew xelkekî gelek gelek mezin in, em tam niha vê mijarê gotûbêj dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x