Wan: Ji ber ketina aşûtê kesek mir

Li navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kesek di bin aşûtê de ma û mir

28.12.2024, Cts - 10:53

Wan: Ji ber ketina aşûtê kesek mir
Nuçe Belav bike

Barîna berfê li seranserê Bakurê Kurdistanê berdewam e û bandoreke nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Li gundê Beşparmakê ku tenê 25 kîlometre dûrî navçeya Bêgiriyê ye şeva borî welatiyê bi navê Yaver Kurt ji ber nebûna ava vexwarinê çûye herêma xeta avê û careke din venegeriyaye.

Li ser vê yekê nîştecihên gund tîmên cendermeyan agahdar kirine.

Hatiye ragihandin ku li wê herêmê aşût ketiye û welatî ji ber vê yekê miiriye.

Termê Yaver Kurt yê 44 salî li cihê bûyerê hatiye dîtin û sewqî morga nexweşxaneyê hatiye kirin.

Vî nûçeyê tevayî: 86 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:03:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x