Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka serdana Bexda û Hewlêrê dike

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bi hejmarek ji kesayetiyên siyasî û çalakvanan re dicive

05.09.2022, Pts - 08:55

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka serdana Bexda û Hewlêrê dike
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîka, Barbara Leaf rojên 4 – 9 Îlonê serdana Bexda û Hewlêrê dike û bi hejmarek berpirsên hikûmî, rojnamevan, bazirgan, parlemaneter û çalakvanan re dicive.

Her çend e di daxuyaniyê de amaje pê nehatiye kirin jî, lê tê pêşbînîkirin ku Barbara Leaf bi berpirsên hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê re behsa daxwaza wan senator û kongressmanên Amerîka bike ku wan daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken kiribû ku rêveberiya Amerîka di asteke bilind de guftûgoyê bi Bexda û Hewlêrê re bike ji bo çareserkirina pirsgirên girêdayî ne bi dosya petrol û gazê û dîtina çareseriyekê ji bo biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ku ysaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi neyasayî bi nav kiribû û daxwaza hilweşandina wê kiribû.

Barbara Leaf duhî gihîştibû bexdayê û di civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re behsa banga Serokê Amerîka Joe Biden a destpêkirina diyaloga niştimanî di navbera hêzên siyasî yên Iraqî de kir ji bo derbaskirina qeyranê û peydabûna ewlehî û aramiyê li wî welatî.

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê Barbara Leaf roja 29ê meha borî û heta 4ê vê mehê serdana her yek ji Tunis, Îsraîl, Berava Rojava (Filistîn) û Urdinê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:15:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x