Amêdî; Li Çiyayê Metîna teqîn

Li Çiyayê Elho li sînorê qezaya Amêdî ya Duhokê teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

28.04.2023, Cum - 11:49

Amêdî; Li Çiyayê Metîna teqîn
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand, îro nîvro dengê teqînekê li nêzîk Kûpîtka Elho ya li Çiyayê Metîna hat bihîstin û li gor agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li gor heman çavkaniyê, hejmarek kes ji xelkê Amêdiyê îro ji bo berhevkirina giyayên biharê çûne Çiyayê Metîna ku di demên nîvro de dengê teqînê hatiye bihîstin.

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nisrî ragihand ku piştî dengê teqînê xelk ber bi cihê bûyerê ve çûne û li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, di teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar e.

Her wiha hat ragihandin, kesê di teqînê de canê xwe ji dest daye, Dilşad Ebdulrehman e û yê birîndar jî navê wî Necîb Amir e.

Li gor agahiyan, her du welatî xelkê gundê Kanê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 572 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:52:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x