Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor kir.
Baregayê Barzanî di ragehandinekê de amaje daye, di wê hevdîtinê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî û ewlehî û dawî pêşhatên Îraq û Sûriye û deverê li hev hatin guhertin.
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê destxweşî li Serok Barzanî kir, ku nûnerê xwe yê taybet ji bo hevdîtinên bi aliyên Kurdî yên Sûriyeyê re şand Sûriyeyê, herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku, Amerîka piştgiriya hemî bizavan dike ku bibin sedema lihevnêzîkbûna aliyên Kurdî û herwesa peydabûna seqamgiriyê li Sûriye û deverê.”
Wê ragehandinê amaje jî daye, “Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî û bizavên çarekirina arêşeyan hatin kirin.”
Baregayê Barzanî eşkere jî kir, “Her di wê hevdîtinê de şanda mêvan dilxweşiya xwe ji bo danûstandinên navbera aliyan û bilezbûna pêngavan ber bi damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ragehand.”
Gefên derkeftina terorê û pêdivîtiya parastina seqamgiriya Îraq û deverê jî mijarên tewerekî din ê wê rûniştinê bûn.