Amerîka: Em dixwazin li Herêma Kurdistanê hikûmeteke piralî ava bibe

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku ew hemû aliyan han didin ku li Herêma Kurdistanê hikûmeta piralî ava bikin.

16.01.2025, Per - 10:55 [ Güncellenme: 16.01.2025, Per - 10:57 ]

Amerîka: Em dixwazin li Herêma Kurdistanê hikûmeteke piralî ava bibe
Nuçe Belav bike

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê ya Karûbarên Rojhilata Navîn Victoria Taylor doh hat Hewlêrê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got:

“Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê ya Karûbarên Rojhilata Navîn Victoria Taylor di çarçoveya guftûgoyên dîplomatîk de ji bo aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ye."

Matthew Miller derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re got:

"Em hemû aliyên siyasî ji bo avakirina hikûmetê han didin û em piştgiriya avakirina hikûmeteke piralî dikin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, doh bi Victoria Taylorê û şandeya pê re civiya û wan rewşa siyasî û pêşhatên dawî nirxandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de, pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, xebatên berdewam ên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya niha ya Îraqê û pêşhatên herêmê hatine gotûbêjkirin.

“Taylor ji bo aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ye”

Matthew Miller pirsa Nuçegihane Rudawê Diyar Kurde ya “Victoria Taylor li Herêma Kurdistanê bi rayêdarên Kurd civiya, armanca vê serdanê çi ye?” wiha bersivand:

“Ez dikarim ji te re bibêjim ku Victoria Taylor di çarçoveya guftûgoyên dîplomatîk ên ji bo aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê de li wir bû.”

“Destbikarbûna hikûmeta nû dê rê ji parlamentoyê re veke”

Miller li ser pirsa “Derbarê gotûbêjên têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ti daxuyên we hene?” jî wiha got:

“Em aliyên siyasî han didin ku piştgiriyê bidin pêkanîna hikûmeteke piralî û û bilez.

Destbikarbûna hikûmeta nû dê rê ji hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê re veke ku di mafên mirovan, geşepêdana aborî û bihêzkirina Herêma Kurdistanê de kar bikin wekî beşeke ji Îraqeke aram û serwer."

“Em hewl didin Bexda û Hewlêr bigihêjin rêkeftinekê”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pirsa “Hûn li ser wan pirsgirêkên van demên dawî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên derbarê petrol û budceyê çi dibêjin?” wiha bersivand:

“Me hewl da ku hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihêjin rêkeftineke berdewam a li ser budceyê û hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Me di vê hefteyê de pêdeçûna budceyê dît û em dixwazin ew bilez were pejirandin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:35:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x