Asayişa Hewlêrê 10 bazirganên madeyên hişbir girtin

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê di heyama du rojên borî de, 10 tohmetbar bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir girtin.

17.07.2023, Pts - 05:51

Asayişa Hewlêrê 10 bazirganên madeyên hişbir girtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, di heyama du rojan de tîmên Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê 10 kes bi tometa bazirganiya madeyên hişbir di dema kirîn û firotina madeyên hişber de girtin.

Li gorî ragihandina Peyamnêrê K24ê, yek ji wan tohmetbaran ku rûbirûyî hêzên asayişê bû, piştre bi hevahengiya hêzên ewlekariya Soranê hat girtin.

Got jî, hejmarek çek, fîşek, krîstal û tiryak, her wiha pere û alavên ku ji bo kişandina madeyên hişbir dihatin bikaranîn bi kesên berguman re hatin desteserkirin.

Ew tohmetbar li ser fermana Dadwerê Lêkolîna Asayîşa Hewlêrê ve hatine girtin û li gor rêkarên yasayî yên dadgehên Herêma Kurdistanê dê bên cezakirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo girtina bazirganên madeyên hişbir, dest bi operasyoneke mezin kiriye, di hefteya borî de 4 bazirganên mezin ên madeyên hişbir li Duhok û Zaxo girtin.

Li gor amarên Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir, di 5 mehên destpêka îsal de, 943 tohmetbar hatine destbiserkirin ku 367 kes ji wan bazirganiya madeyên hişbir kirine. Her wiha 679 kîlo heb, 49 kîlo madeyên hişber û 2 hezar û 860 şît heb jî hatin bidestxistin.

Li gor amarên ku berî niha K24 belav kiribûn, sedi 80 ji bikarhênerên madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê temenê wan di navbera 18 û 35 salî de ne, sedi 10 ji bikarhênerên madeyên hişber jin in û sedi 4 jî temenê wan di bin 18 saliyê re ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:14:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x