Asayîşa Hewlêrê dest danî ser depoyeke çekan

Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku di operasyonekê de wan dest danîne ser depoyeke çekan ku gelek çekên bê ruxset û parçeyên wan ên yedekê tê de hatibûn veşartin.

04.07.2023, Sal - 19:21

Asayîşa Hewlêrê dest danî ser depoyeke çekan
Nuçe Belav bike

Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di 3yê Temûzê de li gorî zanyariyên ku hatine bidestxisitn û bi hevahengiya îstixbarata fermandariya Zêrevanî û bi destûra dadweriyê li navnîşaneke ya li Taxa Lawan a Hewlêrê operasyonekê pêk anîne.

Asayîşa Hewlêrê da zanîn ku di encama lêgerîna li wê navnîşanê de di depoyeke ku gelek Kalaşanîkof, demançe, M4, Kanas, BKC, fîşek, parçeyên yedek û amûrên serbazî tê de bûn hatine bidestxistin. Herwiha hat diyarkirin ku xwediyê depoyê yê bi navê R.A.C. hatiye desteserkirin û di derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî Asayîşa Hewlêrê di depoyê de ji bo tamîrkirina çekan amûreke tornayê jî heye û cebilxaneya ku hatiye bidestxistin ji bo bazirganiyê hatiye bikaranîn.

Li gor madeya 15 ya yasaya jimare 2 ya çekên bê destûr ku di 01.03.2022ê de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, cezayê hebûn an firotina çekan ji 3 salan dest pê dike. Herwiha kesên ku pabendî vê yasayê nebe di navbera 2 heta 5 milyon dînar cezayê pere li wan tê birîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:42:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x