Şeva borî endamê polîtburoya YNKê Azad Cundiyanî, nameya îstifa û veqetîna xwe ji YNKê radestî cîgirên Sekreterê Giştî yên YNKê kiribû.
Di îstifanameya xwe de behsa sebebên veqetîna xwe ji YNKê kiriye û gotiye, eger Mam Celal di nav xebatên YNKê de bûya min qet ev name nedinivîsî.
Cundiyanî her wiha gotiye, sebebeke din ya îstifaya min ji YNKê nakokiyên nav wê partiyê û helwesta şêlû ya YNKê li hember serxwebûna Kurdistanê ye ku ez û bi hezaran kesên mîna min, bi salan e bo wê yekê xebat dikin.
Azad Cundiyanî di berdewamiya nameya xwe de rexne li şêwaza birêvebirina YNKê jî girtiye û gotiye, rayedarên YNKê êdî bûne bazirgan û YNK bi metodên bazirganiyê tê birêvebirin.
Azad Cundiyanî kî ye?
Navê wî yê rast Azad Ebdulwehabê Mihemed Elî Riwandizî ye. Sala 1955 li gundê Bêşukê girêdayî bajarokê Riwandizê yê Hewlêrê ji dayîk bûye, sala 1969 tevlî YNKê bûye. Bavê wî yek ji fermandeyên artê