Baregayê Barzanî naveroka civîna Serok Barzanî û Serokkomarê Îraqê belav dike

Serok Barzanî li Bexdayê serdana Serokkomarê Îraqê kir û tekez li ser mukomkirina hevkarî û hevahengiya navbera aliyan kir, pêxemetî nehêlana asteng û arêşeyan.

05.07.2024, Cum - 09:38

Baregayê Barzanî naveroka civîna Serok Barzanî û Serokkomarê Îraqê belav dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî duh (Pêncşem, 04.07.2024) di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de serdana Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê hevdîtinê de ku hejmareke serkirdeyên siyasî yên Îraqê jî tevlî wê bûbûn, Serokkomarê Îraqê rêz ji bo serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê hebû, herwesa bi awayekî giring û bibandor di kûrkirina diyalogeke avaker de di navbera aliyên siyasî de wesifand û hêvî kir ku encamên wê serdanê xizmeta seqamgirî û berjewendiya Îraqê bikin.”

Her di wê civînê de behsa rewşa giştî ya Îraqê û dawî pêşhatan jî hat kirin, herwesa tekez li ser mukomkirina hevkarî û hevahengiya navbera aliyan jî hat kirin, pêxemetî nehêlana asteng û arêşeyan û berdewamiya vê rewşa erênî ya ku di piroseya siyasî ya Îraqê de hatiye pêş.

 

Vî nûçeyê tevayî: 109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:10:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x