Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê dicivin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi cîgirê serokê Amerîkayê Donald Trump, Mike Pence re dicive.

18.02.2017, Cts - 11:29

Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê dicivin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku ji bo Konferansa Ewlekariya Cîhanê li Munhen a Almanyayê ye, hat ragihandin ku dê îro bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence re bicive.

Piştî hevdîtina bi Pence re tê çaverêkirin Barzanî digel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Paulo Gentilonî û Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî re jî hevdîtinê bike.

Mike Pence ku berî niha jî bi Barzanî re hevdîtin kiribû, ev cara pêşî ye wek cîgirê serokê Amerîkayê bi Barzanî re dicive.

Rojnamevanê Tirk Fîkret Bîla jî îro di nivîsa xwe de, hevdîtinên Barzanî yên li Munhenê yên asta bilind bi rayedar û serokdewletan re, wek amadekariya ragihandina serxwebûnê nirxandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:18:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x