Barzanî: Dema mafê Kurdan hat dayîn pirsgirêk çareser dibin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got ji qonaxa avakirina Iraqê heta niha mafên kurdan hatine binpêkirin û dema ku mafê Kurdan hat dayîn pirsgirêkên bi Bexdayê re jî çareser dibin.

05.02.2017, Paz - 08:29

Barzanî: Dema mafê Kurdan hat dayîn pirsgirêk çareser dibin
Nuçe Belav bike

Îro Şemiyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeya Selahedînê pêşewazî li şandekî bilind a Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê kir. Şanda navborî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê Seyîd Emar Elhekîm û hejmarek ji nûner û serkirdeyên partiyên siyasiyên li nav Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê pêkhatibû.

Derbarê naveroka civînê de malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî da.

Di destpêka civînê de Seyîd Emar Elhekîm Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî li gotarek da pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û artêşa Iraqî li hemberî DAIŞêş kir û yekrêzî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqî li şerê azadkirina Musilê de bilind nirxand.

Seyîd Emar Elhekîm di dirêjahiya gotara xwe de, bal kişand li ser dîrok û ezmûna heveş a aliyan li dijayetîkirina dîktatoran de, herwiha behsa ev asteng û derfetên ku li ber aliyên Iraqî de hene kir û tekez kir ku pêwîst e pêdaçûn hebe li ser peywendiyên di navber aliyên Kurdistanê û xalên lawaz û kêmasî bêne çareserkirin.

Herwiha behsa avakirina lijneyeke hevbeş ji bo nêzîkirin û cîgirkirina binemeyên sereke yên Iraqa nû ku hemû alî tê de hevbeş bin.

Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê anî ziman ezmûna hemahengiya serbazî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de nêzîkbûnek çêkiriye û bûye wesileya çareserkirina kêşeyan.

Di hember vê yekê de Barzanî spasiya şanda mêvan kir û di gotarekê de behsa êşên ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê hatiye serê gelê Kurd di qonaxa avabûna Iraqê heta hilweşîna rejîma Bassê de kir.

Barzanî behsa binpêkirinên ku li piştî sala 2003ê de derheqê gelê Kurd de hatiye kirin kir û eşkere kir ku gelê Kurd piştî hilweşana rejîma Beisê hemû hewlên xwe ji bo avadankirina Iraqa nû daye,lê mixabin her wek qonaxên berî kar ji bo têkdana şiraket û binpêkirina mafên gelê Kurd kirin û herî dawî jî bûdçeya Herêma Kurdistanê birînê.

Barzanî eşkere kir ku di encamê de bawerî nemaye û arîşe kûrtir bûne ji ber vê divê çareserî bi awayekê be ku dawiyê bi serhildanên karesat û malxirabiya gelê Kurdistanê bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 953 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:26:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x