Serok Barzanî ji rojnameya erebî ya Şerq el Ewsret re axiviye û gotiye, di dema serokwezîrtiya Nûrî Malikî de li Iraqê bi hezaran iraqî hatin tîrorkirin û belgeyên wan bûyeran jî di destê me de ne.
Barzanî her wiha gotiye, Malikî li hember gelê Kurdistanê û erebên sunnî siyaseteka mezhebî bicîh anî. Mixabin min ti carî bawer nedikir Malikî bigihîje wê asta kîn û dijminatiyê li hember kurdan.
Serokê Herêma Kurdistanê daye zanîn, eger Nûrî Malikî, ku niha cîgirê serokomarê Iraqê ye, dîsa bibe serokwezîrê Irqê “ezê serxwebûna Kurdistanê ragihînim û guh nadim ti kesî…”
Li gorî Barzanî, eger Malikî bi qasî Sedam Husên bihêz bûye dê çend caran ji Sedam xirabtir bibûya.
Barzanî ragihandiye ku Malikî xiyanet li biratî û hevkariya kurdan kiriye.