Barzanî û Erdogan wê roja yekşemê hevdîtinê bikin

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin Barzanî û Erdogan wê roja yekşemê li Stenbolê hevdîtinekê pêk bînin. Hevdîtin wê roja yekşêmê piştî nîbro pêk were.

23.02.2017, Per - 10:08

Barzanî û Erdogan wê roja yekşemê hevdîtinê bikin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wê roja yekşemê li Stenbolê pêk were.[Barzanî û Erdogan li Koşka Spî]
© T.C. Cumhurbaskanligi
Serokomariya Tirkiyeyê ji bo hevdîtina Barzanî û Erdogan daxuyanî da
Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin Barzanî û Erdogan wê roja yekşemê li Stenbolê hevdîtinekê pêk bînin. Hevdîtin wê roja yekşêmê piştî nîbro pêk were.Ji aliyê din ve duhî berdevk û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ji bo serdana Barzanî ya Tirkiyeyê gotibû: "Gelek mijarên ku em biaxivin hene. Iraq ji bo me ji her alî ve girîng e. Di mijara ekonomîk, ewlehiya sînor, însanî û çandî ve girîng e û divê ev trafîk berdewam be. Di vê çarçoveyê de jî hem Barzanî û hem jî rêvebiriya Hewlêrê di mijara tekoşîna DAIŞ û PKKê de bi Tirkiyeyê re li noqteyekê ye.Kalin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di vê mijarê de em çiqas hevkariya xurt bikin wê ji bo herdu welatan baş bibe. Em daîme bi hesasiyet li hemberî gengeşiya navbera Hewler û Bexdayê rawestiyan. Li gorî hesasiyet û hevsengiyan em hevdîtinên xwe pêk tînin."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:02:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x