Belçîka konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike!

Di çarçoveya kar û çalakiyên Hikûmeta Herêma Kurdistnaê li YE(Yekîtiya Ewropa)yê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE li gel şandekê nûner ve, serdana Wezareta Derve ya Belçikayê li Brûkselê kirin.

15.01.2017, Paz - 08:50

Belçîka konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike!
Nuçe Belav bike

Şand ji aliyê Wezareta Derve û berpirsê Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê, Luk Traunsee û berpirsê dîska Iraqê li Wezareta Derve hat pêşewazî kirin

Di civînê de behsa peywendiyên herdu aliya hat kirin û li vê çarçoveyê de li ser çend pêşniyar û mikanîzên cuda ji bo bihêzkirina peywendiyan, ji aliyê siyasî û aborî û bazirganî gotûbêj hat kirin.

Di beşek din de behsa rewşa siyasî û ewlehî û mirovî li Herêma Kurdistanê û deverê û operasyona Mûsilê û pirsa penaberan hat kirin li ser vê yekê nûnerê Herêma Kurdistanê Dilawer Ajgeyî nêrînên Hikûmeta Kurdistanê li ser rewş û bûyerên dawiyê yên girîng ji bo Wezareta Derveya Belçikayê ragehand.

Di beşa dawiyê de jî behsa egera vekêrina konsulxaneya Fexrî ya Belçikayê li Herêma Kurdistanê hat kirin û aliyê Belçikayê jî diyar kirin ku ew, hebûna nûnerayatiya xwe li Herêma Kurdistanê de, girîng dizanin ji bo vê armancê jî niha mijûlî danana dîplomateke Belçikîne ku wek dîplomatkarê Belçikayê li Bexdayê dest bikar be û piştre rê xweş dibe ji bo vekirna konsulxaneya Belçikayê li Hewlêrê de.

Ajgeyî spasiya vê helwesta Belçikayê jî kir û tekezî kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngi ve peywendiyên li gel Hikûmeta Belçikayê ve dinêre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x