Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omîd Sebah debarê alozî û bûyera li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê de axivî.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Sebah diyar kiriye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber vê rewşê xemgînî û nîgeraniya xwe anine ziman û got: “Bêguman Serok Barzanî bi kûrahiya stratejiya netewetiyê reftar dike. Di çarçoveya berpirsiyariya nîştimanî û neteweyî de biryaran dide, di vê çarçoveyê de li mijaran dinere.”
Dr. Omîd Sebah bal kişand ser wê hindê ku li Şingalê ew hêzên di bin navên cuda de û bi piştgiriya PKKê hatine birêxistinkirin ne di bin banê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Kurdistanê de ne û diyar kir; “Wan hêzan rizaya xelkê resen ên navçeyê jî wernegirtiye. Bi belge jî hemû beyannameyên merci'ên êzidiyan li dijî wan derdikevin. Weke Civata Rûhanî ya Êzidiyan, Mîratiya Êzidiyan û Civata Şingalê.”
Herwiha Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku nabe mijara sînorên Kurdistanê ji bo soz, hest, muzayedeyên medyayî û destkeftên hêzên siyasî bên bikaranîn û wiha berdewam kir: “Ew der cihekî leşkerî ye. Hê jî li wê herêmê şer heye û metirsî li ser heye. Ew der di bin parastina hêzên çekdarî yên pêşmergeyên Kurdistanê de ye. nabe bidin destê aliyekî siyasî û bi keyfa xwe destwerdana îradeya siyasî ya Herêma Kurdistanê bike.”
Li ser pirsa; “Gelo ma ev şer ne şerê birakujiyê ye? Dr. Omîd Sebah wiha bersiv da:
“Nexêr, ne şerê birakujiyê bû. Cenabê Serok got, ew ji ber vê rewşê nîgeran e, ferman da Hêzên Pêşmerge daku mijarê teşene nekin û kontrol bikin. Serokê Herêma Kurdistanê ji bo careke din şerê birakujiyê nebe ev erk qebûl kir. Herdem jî ji bo vê yekê hewl dide.”
Derbarê cudahiya di navbera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û hêzên YBŞê de jî Sebah nêrîna xwe wiha anî ziman:
“Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di bin serpereştiya Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge de ye. Lê hêzên weke YBŞ û ew ên din ser bi PKKê ve ne. Ew fermanên xwe ji PKKê werdigrin û hizrên wan weke hev e. Dibe çend kesekî şingalî di nav wan de hebin. Lê ev nayê wê wateyê ku ew dibin hêzekî rewa.”