Berdevkê PDKê: Em dixwazin rûpeleke nû bi hemû partiyên Kurdistanê re vekin

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, PDK kar ji bo vekirina rûpeleke nû ligel hemû aliyên Herêma Kurdistanê dike.

17.08.2023, Per - 07:13

Berdevkê PDKê: Em dixwazin rûpeleke nû bi hemû partiyên Kurdistanê re vekin
Nuçe Belav bike

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed şeva borî di hevpeyvîneke taybet ligel K24 de, bi boneya 77emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), derbarê guhertinên piştî kongreya 14ê ya PDKê de got, guhertinên di nava PDKê de bi taybetî derbarê berpirsên ofîsên parêzgehan de, li gorî rêzikname û biryarên kongreyê bûne.

Herwiha got: “PDK wek partî û rêxistin, divê hemû cewhera navçeyî, bajarî, eşîrî derbas bike û li ser vê bingehê jî asayî ye kesekî ji Hewlêrê bibe berpirsê buroya rêxistinê li Silêmaniyê yan Duhokê.”

Derbarê peywendiyên ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de jî, Mehmûd Mihemed got: “Em du partiyên hevrik in û di gelek mijaran de cudahî di navbera me û YNKê de heye. Di civînan de me gelek gotûbêj kir û behsa gelek pirsgirêkan kir. Ez bawer im ku ji bo ku nakokiyên xwe bi tevahî çareser bikin, pêdivî bi hevdîtinên zêdetir heye.”

Got jî: “Me bi dirêjî ligel YNKê li ser nirxandina rêkeftinên berê yên di navbera her du partiyan de û lêkolîna li ser sedemên cîbicînekirina wan rêkeftinan û rakirina wan sedeman yan gihîştina bi rêkeftineke nû, gotûbêj kirine.”

Berdevkê PDKê tekez kir: “Ti kêşeyên me li gel ti aliyekî nînin. Baweriya me bi bîr û ramanên cuda heye û divê meydaneke vekirî ji bo hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de hebe, lê divê hevrikî û pêşbazî li ser bingehê xizmetkirina welatiyan û pêkanîna mafan be.”

Derbarê hin îdiayên ku dibêjin PDK Silêmaniyê piştguh dike, Mehmûd Mihemed da zanîn ku Silêmanî wek Hewlêr, Duhok, Xaneqîn û hemû navçeyên din beşeke giring ji kar û xebata PDKê ye, PDKê ji bo destxistina mafên hemû gelê Kurdistanê li wan navçeyan xwîn û qurbanî dane.

Derbarê pêwendiyên li gel hikûmeta Îraqê de jî, Berdevkê PDKê tekez li ser wê yekê kir, “Pêwendiyên PDK bi Bexdayê re bi du awayan e, siyasî û îdarî. Ji aliyê siyasî ve, me li ser çawaniya birêvebirina Iraqê, ligel Çarçoveya Hevahengî û aliyên Sunne hevpeymaniyek çêkiriye, lê mixabin dema em digihin qonaxa cîbicîkirinê, em dibînin ku hinek piştguhkirinê di cîbicîkirina peymanan de dikin, hinek jî naxwazin wan bicih bînin û hinek jî hincetan digirin. Mijara bûdceyê, mijara herî girîng bû ku peyman lawaz kir. Dema me piştgiriya xwe ji bo Sûdanî diyar kir, li ser bingeha cîbicîkirina van peymanan bû.”

Li ser rewşa Kerkûkê, Mehmûd Mihemed tekez kir, PDK dê vegere baregehên xwe yên li Kerkûkê, lê wî amaje bi wê yekê jî kir, ku hinek baregehên wan şewitîne û hinek jî di destê hêzên Iraqî de ne, ku piştî ew baregeh vala bibin, dê vegerin.

Di sala 1946ê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî û bi hewldana çend kesayetiyên din ên navdar ên Başûrê Kurdistanê hat damezrandin.

Di 16ê Tebaxê de PDKê yekemîn kongreya xwe lidar xist û Mela Mistefa Barzanî wek serokê wê hat hilbijartin.

Di sala 1961ê de, ji ber zordestiya desthilatdarên Bexdayê û nedana mafên gelê Kurdistanê, PDK biryar da ku şoreşa Îlonê destpê bike, ku di wê demê de gelek neteweyên Rojhilata Navîn di bin zilmê de bûn.

Kurdistaniyan ji destpêka Şoreşa Îlonê û heta niha bi baweriyeke mezin piştevaniya PDKê dikin û di hilbijartinên Kurdistanê de, PDK her partiya yekem bûye.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:35:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x