Bêyî beşdariya PDK û Nînowaya Yekgirtî 14 postên rêveberiyên îdareyan hatin guhertin

Bêyî beşdariya fraksiyona Nînowaya Yekgirtî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî di nava wê de ye 14 postên rêveberiyan hatin guhertin û qeymeqamên qezayên Şingal û Mexmûrê jî hatin hilbijartin

03.07.2024, Çar - 10:08 [ Güncellenme: 03.07.2024, Çar - 10:09 ]

Bêyî beşdariya PDK û Nînowaya Yekgirtî 14 postên rêveberiyên îdareyan hatin guhertin
Nuçe Belav bike

Şeva borî Encûmena Parêzgariya Nînowayê civiya û di civînê de birêverêven girêdayî parêzgeha Nînowayê hatin hilbihjartin.

Li gorî hilbijartinên Encûmena Parêzgariya Nînowayê, navê wan kesên ji bo postên hatine diyarkirin wisa ne:

Seydo Xeyrî Ehmed: Qeymeqamê navçeya Şingalê

Amir Mistefa: Birêveberê nahyeya Nemrûdê

Elî Salih: Qeymeqamê navçeya Hezerê

Xalib Elî: Birêveberê nahyeya Qeracê

Şîlan Ebdulrezaq Salih: Birêvebera Nahyeya Beacê

Serdar Siyamend Ebidula: Qeymeqamê Mexmûrê

Usame Şahr Ehmed: Birêveberê nahyeya Geyareyê

Samir Yûsif Hebîb: Qaymeqamê navçeya Hemdaniyeyê

Tariq Derk Xelûf: Birêveberê nahya Tel Felahê

Qenber Elî: Birêveberê nahya Bertileyê

Dawid Cundî: Birêveberê nahiyeya Sinûnê

Weyd Xelîl Ehmed: Birêveberê nahiyeya Zûmarê

Yasir Esaf Hesen: Birêveberê nahiyeya Wanikê

Ziyad Teha Mehmûd: Birêveberê nahya Hemam Elîl

Seîd Zeyin Abdîn: Birêveberê Yaziyeyê

Yekîtiya Niştimanî ya Kuirdistanê (YNK) li Encûmena Parêzgeha Nînowayê xwediyê 2 kursiyan e û di vê hilbijartinê de 3 post bi dest xistine.

Namzedên YNKyê postên qeymaqamiya Mexmûr, birêveberiyên Sinûnê û Wanikê bi dest xistine.

Endamê Encûmena Parêzgeha Ehmed Dûberdanî ku ser bi PDKyê ve ye ji ajansa Rûdawê re axivî û eşkere kir ku fraksiyona Neynowayê Yekgirtî civîna encûmenê boykot kir.

Ehmed Dûberdanî amaje bi wê yekê kir ku ew kesê ji bo qeymeqamiya Şingalê hatiye hilbijartin nêzîkî Heşdî Şabiyê ye.

Ehmed Dûberdanî di berdewamiya axaftina xwe  de da zanîn ku ew civîna encûmena parêzgariyê ne yasayî bû.

Endamê Encûmena Nînowayê Wîsam Salimê endamê YNKyê ye û beşdarî civînê bûbû ji Rûdawê re axivî.

Wîsam Salim da zanîn ku ew postên YNKyê wergirtine mafên wê ne. Her aliyek azad bû beşdarî civînê bibe yan jî nebe.

Endamê fraksiyona Nînowaya Yekgirtî Şêx Ehmed Ebid Rebe jî ji Rûdawê re axivî.

Şêx Ehmed Ebid Rebe da zanîn ku Fraksiyona Nînowaya Yekgirtî ji ber kiryarên neyasayî yên aliyê din di hilbijartin û destnîşankirina birêveberên îdarî de endamtiya xwe ya di encumenê de rawestand.

Ji sala 2017an ve posta qeymeqamiya Şingalê vala bû.

Yek ji xalên peymana Şingalê ya navbera Îraqê û Herêma Kurdistanê ew bû ku qeymeqamek ji bo Şingalê were hilbijartin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:22:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x